Îroj

7'ê Berfanbar

7’ê Berfanbar

Di sala 1941’an û di rojekî wekê îroyê de Hêzên Derya yê Împaratoriya Japon li ser Filoya Pasîfîk û baregehên Pearl Herborê êrîşekî surprîz kirin.

Di êrîşê de 188 balafirên cengî û 2 Hezar û 403 leşkerên Emerîkî her wiha 68 hemwelatiyên Emerikayê jiyana xwe ji dest dan.

Armanca operasyonê pêşîgirtina êrîşekî muhtemel ya Hêzên Emerîkî yên li Deryayê Mezinêye. Di encamê êrîşê de 12 keştiyên cengê ji holê hatin rakirin.

Digel vê yekê ji ber ku 3 keştiyên balafir tankerên girîng yên baregehê, noqavên şerrî û keştiyên febrikayê Fîloya Pasîfîk ya Emerîkayê li kendavê bûn, êrîş negihişte armanca xwe.

Di êrîşê de hêzên Japon jî 29 balafirên cengî, 55 esmanger, 5 noqav û 9 leşkerên noqavên xwe winda dikin.

Êrîşa Pearl Herborê ji aliyê Chuichi Nagumo ve hatîbû fermande kirin.

Chuichi Nagumo Fermandarê Hêzên Japonî

Back to top button