Polîtîk

Şandina nefta Kerkûk bo Tirkiye destpêkir

Kompanya Nefta Bakûrê Iraq ragihand: Piştî ku şandina nefta xama Kerkûkê bo Tirkiye bi sedema teqandina boriyê hatibû ragirtin, ev kompanya karê‌ başkirina wê boriya neftê temam kiriye û şandina nefta xama kêlgehên sînorê parêzgeha Kerkukê bo benda Ceyhana‌ Tirkî destpêkiriye.

Jêderek ji kompanyaya nefta bakûrê Iraq eşkere kir: Şandina nefta kêlgehên(Rafinerî) Kerkûkê bo benderê Ceyhana Tirkiyê, doh şev se’et 10 an de destpêkiriye.

Her wiha ew jêder eve jî xiste rû şandina nefta Iraq bo Tirkiye nêzîkî pênç rojê derbasbûyî bi sedema karekî têkdanê ku çend kesek li nêzîkî qezay‌a Şerqat li bakûrê parêzgeha Selahedîn boriya serekiya şandina nefta Iraqiyan bo bendera‌ Ceyhana‌ Tirkiye teqandibû.

Back to top button