Cîhan
Israîl dê li ser suudiyê re êrîşê Îranê bike
Gelek caran tê gotin ku, eger Îran çekên atomî çîbike wê Israîl êrîşê Îranê bike. Li gora rojnama Ingilizî, Times dide ragihandin eger Israîl êrîşekî bibe ser Îranê dê Erebistana Suudî, rêya ezmanî bide firokeyên cengî yên Israîl.
Li gora rojnama Times, Erebistana Suudî jî, ji rejima Îranê ji bo xwe wek tehdîtekî dibîne.Ji bo vê yekê jî dê xeta xwe ya ezmanî ji bo Israîl veke û çavê xwe ji êrîşa Israil ku bibe ser Îranê bigre. Li gora rojnameya Ingilîzî Amerîka jî ji vê yekê agahdarin.