Polîtîk

Şandeya HDPê digel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dicive

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, êvariya roja 07.04.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke Partiya Demokratîka Gelan (HDP) a bi serokatiya Pervîn Buldan Hevseroka HDPê û bi endametiya hijmareke parlamenterên wê partiyê li parlamentoya Tirkiyeyê kir.Pervîn Buldan, ji bo wefata xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li ser navê xwe û endamên HDPê ji Nêçîrvan Barzanî re sersaxî xwest û hevxemiya xwe nîşan da û hêvî xwest ev nexweşiya dawiyê a malbata wî be.Serokwezîr sipasiya sersaxî û hevxemiya şandeya HDPê kir û bi boneya hilbijartina wê weke Hevseroka HDPê di kongireya dawiyê de, pîrozbahî li Pervîn Buldan kir û hêvî xwest di kar û xebatên xwe de serkeftî be.Di civînê de, rewşa gelê kurd li Tirkiyeyê hat nirxandin û her du aliyan çareserkirina pirsa kurd li bakurê Kurdistanê bi rêyên siyasî û diyaloga aştiyane bi giringî zanî.

Back to top button