Şandeya Amerîkayê serketinên pêşmerge bilind dinirxîne
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, duhî roja şemiyê 04.10.2014ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke balaya Amerîkayê ku; ji general Jon Alen nûnerê taybetiyê serok Obama bo karûberên hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞ, Steward Jonz sefîrê nû yê Amerîkayê li Îraqê ku, nû dest bi karê xwe kiriye û yekem care serdana herêma Kurdistanê dike, Bert MacGork alîkarê cîgirê wezîrê derveyê Amerîkayê bo karûbarên Îraqê û Jozef Penîngton konsulê giştiyê Amerîkayê li herêma Kurdistanê pêkhatibû, kir.
Di civînekê de, rojeva herêmî, rewşa deverê, rûbirûbûna DAÎŞ û pêkanîna hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAÎŞ hat gotûbêj kiri û di vê çarçoveyê de serokwezîrê herêma Kurdistanê got ku, ew pêşwazîyê li pêkanîna hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAÎŞ dikin û pîrozbahî li Amerîkayê kir ku, serokatiya wê hevpeymaniya navdewletî dike. Serokwezîr hêvî kir ku, ew hevpeymaniya navdewletî di kar û wezîfeyên xwe de serketî be û hemû piştgirî, hevahengî û hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bo wê hevpeymaniya navdewletî nîşan da. Serokwezîr Barzanî, destbikarbûna sefîrê nû yê Amerîkayê li Îraqê, pîroz kir û hêviya serketinê jê re xwest.
Şandeya balaya Amerîkayê ragehand ku, Amerîka li ser hevkarîkirina herêma Kurdistanê di warê mirovî de berdewam dibe û ya ji destê wê bê dê weke pêwîst hevakriya wê hijmara zêdeya koçberan yên li herêma Kurdistanê hene bike. Herwesa dê hemû hevkarî û piştgiriya pêşmergeyê Kurdistanê ji bo rûbirûbûna terorîstên DAÎŞ û şerê li dijî terorîstan bike. Şandeya amerîkayî got ku, ji sedema şerê DAÎŞ, bi sed hezaran koçber ber bi herêma Kurdistanê hatine û barekê giran ketiye ser milê herêma Kurdistanê.
Şandeya balaya Amerîkayê sersaxiyên xwe pêşkeşî malbatên şehîdên pêşmerge kirini û ew serketinên pêşmergeyê Kurdistanê li cenga dijî terorîstên DAÎŞ bilind nirxandin. Şandeya mêvan behsa rewşa meydanî û eniyên şer kir û tekîd li ser hevkarîkirina pêşmergey ji bona azadkirina hemû wan deverên ji aliyê terorîstên DAÎŞ ve hatine girtin kir daku xelkê wan deveran bikarin bo ser mal û milkên xwe vegerin.
Serokwezîr silavên Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê gihandin şandeya balaya Amerîkayê.