Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî yekem roja cejna Qurbanê li eniya şerê germ di nav pêşmergeyan de bû.
Li gora agahdariyên ji nav hêzên pêşmergeyên Kurdistanê gihatine me. serok Mesud Barzanî yekem roja cejnê berê xwe da eniya şer li devera Rebîa. Rebîa ji berî çend rojan encama şerek dijwar ji çekdarên DAÎŞê hatibû pakij kirin.
Barzanî li eniya Rebîa di nava pêşmergeyan de cejna xwe burand.
Herweha tê gotin ku heta Şingal rizgar nebê ihtimala ku serokê Kurdistanê venegerê Hewlêr gelek e.
Niha rewş gav bi gav ber bi pêşve diçe. Heyina Barzanî li eniya şer moralekî mezin di nav pêmergeyan de peyda dike. Herweha Barzanî bi vê serkevtina Pêşmergeyên Kurdistanê gelek serfiraze.
Ew hêza pêşmerge ya ku Rebîa rizgar kirî niha jî amadebûnê dike ku Şingalê rizgar bike. Hemû deverên navbera Rebî û şingalê di destê pêşmerge de ye. Ev jî ji aliyê stratejiya leşkeri de ji bo pêşmergeyan zeminê baştir dike.