Dosya

Talebanî ji aliyê tîmeke pizîşkên îranî ve tê tedawî kirin

Ajanseke nûçeyan a ser bi Îranê ve eşkere dike ku, tîmeke pizîşkên îranî serperiştiya çareserkirina Celal Talebanî serokomarê berê yê Îraqê û sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dike.

Ajansa Faris ya nûçeyan ku, ser bi hikûmeta Îranê ve ye,  ji çavkaniyeke nêzîk ji Talebanî zaniyarî bi destketine ku, piştî wezîfeya pizîşkên almanî bi dawî hatî, niha tîmeke pizîşkên îranî wezîfeya serperiştîkirina çareseriya nexweşiaya Celal Talebanî wergirtiye.

Weke tê zanîn roja 19ê tîrmeha îsal Celal Telabenî ji Almnaiyayê bi balefireke taybet anîn Silêmaniyê û niha li Silêmaniyê ji aliyê pizîşkên îranî ve tê tedawî kirin. Talebanî du sal û nîva li nexweşxaneyeke Almnaiyayê dihat tedawî kirin û piştre enîn Silêîmaniyê. 

Back to top button