Cîhan

Holenda piştgiriya pêşmerge dike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Lîlyane Pilawmen wezîra geşepêdana hevkarî û bazirganiya bi  derve re ya hikûmeta Holendayê û şandeya pê re kir.Di civînekê de ku, îro êvarê (04.10.2014) li bajarê Hewlêrê bi rêve çû, wezîra Holendayê behsa serdana xwe ya bo kampên koçberan û ji nêzîk haydarbûn ji rewş û jiyana wan kir. Ji bona dihewarçûn û hewandina wê hijmara zêdeya penaber û koçberan, wezîra Holendayê sipasiya hikûmeta Kurdistanê kir.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê behsa rewşa dijwara jiyana koçberan, bi tyabetî ku, demsala zivistanê li ber deriyê, kir û tekîd kir ku, her çi ji destê hikûmetê bê bo hevkarî û alîkarîkirina penaber û koçberan dê bike, lê hijmara zêde û qebareya kirîzê gelek ji îmkanên hikûmeta herêma Kurdistanê mezintir e, ”ji ber hindê pêwîste hikûmeta Îraqê û civaka navdewletî zêdetir li pirsa penaber û koçberan xwedî derkev in û di vê pirsê de hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin. Ji bona wê alîkarî û hevkariyên pêşkeşî penaber û koçberan kirine, serokwezîrê Kurdistanê sipasiya hikûmeta Holendayê kir û daxwaz jê kir ku; hem di warê mirovî de hevkariya koçber û penaberan û hem jî di warê leşkerî de piştgiriya pêşmergeyê Kurdistanê ku, bi mêrxasî rûbirûyê terororîstan dibe, berdewam be.

Her du aliyan, di civînê de, behsa pirosesa siyasiya Îraqê kir û tekîd li ser giringiya pêkanîna hikûmeta Bexdayê ku, ji hemû pêkhateyên welêt pêk bê û pirsgirêkan çareser bike, kir. Di vê çarçoveyê de, serokwezîrê Kurdistanê got ku, herêma Kurdistanê piştgirî û beşdariyê di hikûmeta nû ya Îraqê de dike û dixwaze hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê bên çareser kirin.

Lîlyane Pilawmen wezîra geşepêdana hevkarî û bazirganiya derve ya hikûmeta Holendayê pesina helwest û stratejîya herêma Kurdistanê kir û behsa biryra parlamento û hikûmeta welatê xwe ya di warê hevkarîkirina herêma Kurdistanê de kir û tekîd kir ku Holenda li ser hevkariyên mirovî û leşkerî bo herêma Kurdistanê berdewam dibe. 

Back to top button