Civak

Hêzên pêşmerge nûnêrtiya hemû mirovatiye dikin

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Qurbana pîroz, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û hemû hizb û aliyê siyasiyan û hemû musilmanên Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiya şerefa bergirîkirin û qurbanîdanê li malbatên wan şehîdên serbilind û Pêşmergeyên qehreman dikim ku bi canê xwe yê pîroz Kurdistan û bihayên pîrozên mirovayetiyê parastin û diparêzin.

Cejna îsal li demek daye ku gel û welatê me li şerekî çarenûssazdaye beranber terorîstan û Pêşmergeyên me yên qehreman roj bi roj serkeftinên mezin li ser terorîstan da tomar dikin. Ev şer ji bo Kurdistanê şerê man û nemane, beranber hêzekî ku berê artêşa dû welatan têkşikandiye û pêşketîtirîn çekên wan dû artêşan ji bo êrîşbirina Kurdistanê ketiye destê wan, lê belê Pêşmergeyên giyan li serdestên Kurdistanê karîn li beranberî wan da rawestin û li gelek cîhan wan têkbişkînin.

Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê niha bi nûnerayetiya hemû mirovayetiyê şerê wan hêzên terorîstan dike û bi sedema bihayên bilindên pêkvejiyana aştiyane û bawerîbûna me ya bi demokrasî û azadiyê, hevpeymanêtiyekî navdewletî ji bo piştevanîkirina li gelê me bi pêkhat û xweşbextane niha ew hevpeymanêtî ji bo nehiştina terorîstan hewleke mezin dide.

Hêvîdarim ev cejin bibê cihê serkeftina zêdetirê gelê me û Kurdistan jî li pêşketin û avadanî û aramiyê de berdewam bibê.

 

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

09. Zilhicce 1435 ê Koçî

03.Tişrîna Yekem 2014 Zayînî

Back to top button