Civak

Cejna qurbanê, bila bi yekgirtineke neteweyî

Di Cejna qurbanê de, xêrnexwaz û dijminên  Kurd û Kurdistanê bi qetlîamên hovanê û bi hewlên  jenosîdan,   careke din dixwazin destkeftên miletê me ji holê  rakin. Îro bi xwîna sedan şehîdên me ,  li Başûr û Rojavayê  welatê me, berxwedaneke welatperwerane tê hûnandin.

Çawa ku heta îro bi qetlîam û jenosîdan têkoşîna mafê çarenûsiya miletê Kurd nehatiye şikandin, dê ji îro pê de jî , li Şingal û Kobanê ,li hemû Kurdistanê, dijmênên miletê Kurd dê nikaribin rê li ber azadî, serfirazî û dewletbûna  Kurd û Kurdistanê  bigirin. Em hêvî  û bawer dikin ku  cejna qurbanê dê bibe destpêka yekgirtin û hemahengîya   Kurd û Kurdistaniyan ya li ser esasên berjewendiyên  neteweyî. 

Dewleta federe ya li başûrê Kurdistanê hêviyeke jibo hemû Kurdan. Hemû Kurd divê vê destkeftê xurtir bikin.Û em hêvî û bawer dikin ku, cejna qurbanê ,  bi piştgirî , alîkarî  û yekgirtina dewleta federe ya başûrê welatê me jî ,dê bibe destpêka pêşketin,azadî, rizgarî  û  dewletbûnê li temama  Kurdistanê .

Em bi minasebeta cejna qurbanê, careke din bangî hemû hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dikin ku li ser esasê Mitabaqata Hewlêrê yekitiya xwe pêk bînin.Em bangî Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ ê jî dikin ku, bigihêjên hawara Kobanê.Bila Kobanê jî wek Şingalê nebe şermek û trajediyeke hemû mirovatiyê.

Em hemû şehidên Kurdistanê careke din bi gramî bi bîr tînin. Emê ked û têkoşîna wan bi xebat û têkoşîna xwe, bigihînin  wê armanca wan ve.

Bi vê baweriyê ,  bi minasebeta cejna qurbanê, em careke din mizgîniya biryara partîbûnê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî digihînin gelê xwe.

Îro careke din gelê me yên başûr û rojava, li ser axa welatê xwe  bûne koçber. Em bangî gelê xwe yê bakur dikin ku, di cejna qurbanê de jî,  em bi hemû cûre  alikariyên xwe ve li  cem birayên xwe yên ku ji başûr  û ji rojava mecbûr mane hatine bakur bin.

Li Kurdistanê  misilmanetî jî ,miroveyetî jî bi destên DAIŞê têne qetilkirin. Lê mixabin piraniya misilmanên cîhanê li himber van zilm û qetlîamên  li ser miletê Kurd bêdengin. Em li gel hemû xem û êşen xwe ve jî, cejna misilmanên Kurdistanê û ya hemû misilmanên dilsoz yên cîhanê pîroz dikin.

03.10.2014

Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button