
Li gorî malpera “Enabbaladi”, şandek a rêveberiya Xweser li bajarê Hesekî serdana parêzerê Hesekî kiriye, ku parêzerê Hesekî parêzerê rejimêye û nûnertiya rejima Esad li deverê dike. Armanca serdanê “hevahengiya ewlekarî di navbera her du aliyan de”, bû.
Tel Temir û deverên cuda yên gundewarê Hesekê bi awayekî rojane rastî topbarana hêzên ser bi Tirkiyê ve tên, HSD rejîmê tawanbar dike ku bersiva wan êrîşan nade.
Her wiha di civînê de, daxwaz ji Rêveberiya Xweser hate kirin ku rê bide xwendekarên ku dixwazin rêbaza rêjîmê bixwînin, biçin dibistanên ser bi hikûmeta Sûriyê be û astengiyan ji wan re çênekin.
Ev hevdîtina şanda Rêveberiya Xweser û Parêzgarê Hesekê di demekê de tê, piştî gurbîna gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, lihevkirinên leşkerî di navbera HSD û artêşa Sûriyê hatin kirin û hêzên rêjîma Sûriyê derbasî hin deverên Rêveberiya Xweser bûn.