26ê Adarê ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê Parlementoya Iraqê dicive. Eger di civînê de hêjmara pêwist amade bibe , dê parlemento ji bo hilbijartina serokkomar dengdanekî pêkbîne.
Li gora teamûla ku heyî divê serokkomar Kurd be. Qonaxa piştî ruxandina sadam heta wek niha serokkomarê Iraqê Kurd bû, ji YNKê bû. Serokkomarê niha jî berhem Saleh berpirsiyarekê YNKê ye.PDK ji bo hinek sedemên di cih de hêdî naxwaze Saleh bibe serokkomar. Ji bo vê yekê jî niha berbijêrekê xwe Rêber Ehmed, ji bo serokkomariyê destnîşan kiriye.
Eger di civîna 26ê Adarê de serokkomar neyê hilbijartin, cardin prosesek nû destpê dike. Yan PDK û YNK li ser berbijêrekî li hevdikin yan jî heryek li ser berbijêrên ku niha heyîn israr dikin.
Ji bo 26ê Aarê PDK şandek bi serokatiya sekreterê Mekteba siyasî Fadil Mîranî rêdike Bexdayê. Her ev şand ji bo serokkomariyê li gel aliyên din yên Iraqî û Kurd gotubêja dikin.
Ji bo serokomarê Iraqê yekrêziya di nava mala Kurd de gelekî girîng e.