Cîhan

Şandeka Brîtanya li gel Colanî civiya.

Li Şamê, serokê HTS Colanî bi balyozê berê yê Iraqî Stephen Hickey, serokê beşa Rojhilata Navîn a Wezareta Derve ya Brîtanya, û nûnera taybet a Brîtanya bo Sûriyê Ann Snow re civiya. Colanî ji Al Jazeera re axivî û got: “Kurdên Sûriyê birayên me yên li Sûriyê ne û ji aliyê rejîmê ve hatine tepeserkirin, lê em rê nadin hebûna komên çekdar li derveyî artêşê. Her wiha em ê rê nedin hebûna komên ku Sûriyeyê ji bo hedefgirtina welatên din ên wekî Tirkiyeyê bi kar tîne.”

Colanî bi berpirsê Rojhilata Navîn yê Wezareta Derve ya Brîtanya Stephen Hickey û Nûnera Taybet a Brîtanya bo Sûriyê Ann Snow li ofîsa serokwezîriyê li Şamê civiya.

Colanî ji rojnamevanên re axivî û got: “Em bi peymana 1974’an a bi Îsraîlê re pabend in û civaka navneteweyî divê piştrast bike ku Îsraîl pabendî vê peymanê ye.”

“Kurdên Sûriyê birayên me yên li Sûriyê ne û ji aliyê rejîmê ve hatine binpêkirin, lê em rê nadin hebûna komên çekdar li derveyî artêşê. Her wiha em ê rê nedin hebûna komên ku Sûriyeyê ji bo hedefgirtina welatên din ên wekî Tirkiyeyê bi kar tîne.”

“Şervanên biyanî yên ku bi mil bi mile me şer kirine xeletkirinê heqdikin, û hejmara wan ne pir zêde ye. Gelek welatên cîhanê hemwelatîbûnê didin kesên ku 5 salan li xaka wan dijîn. “Em ê li ser vê mijarê bisekinin.”

“Ji ber rejîma kevin ambargo li ser Sûriyê hatin sepandin, lê niha ew rejîm ketiye û divê cezayên li ser gelê Sûriyê bên rakirin.”

Back to top button