Em naxwazin leşkerên me li Sûriyê bimirin.!
Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump got ku li Sûriyê nezelaliyek mezin heye û mifteya gelek bûyerên ku rûbidin di destê Tirkiye de ye.
Donald Trumpê ku wek 47emîn Serokê Amerîkayê hat hilbijartin li mala xwe ya li Floridayê ji rojnamevanan ra axivî.
“Li Sûriyê gelek nezelaliyek heye, mifteya wê çi bibe Tirkiye ye.” Trump got, “Tirkiye pir jîr e. (Serokomar Erdogan) merivekî pir jîr û pir bi hêz e. Ez dikarim bibêjim Esed bi tiştên ku li zarokan dike qesab e.” î got.
Trump bal kişand ku bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re pir baş li hev kiriye û wiha got: “Erdogan kesek e ku ez pê re baş li hev dikim. Wî artêşek pir bi hêz ava kir.”
Trump dibêje:, “Em naxwazin leşkerên me li Sûriyê bimirin. Berê 5 hezar leşkerên me li Sûriyê hebûn, niha tenê 900 leşkerên me li Sûriyê mane.” Bi van gotinên xwe îhtîmala vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê anî bîra xwe.
Trump bal kişand ser şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê ku dewam dike û wiha got: “Divê qetlîama li Ukraynayê raweste. Em ê bi Pûtîn û Zelenskiy ra biaxivin. Divê Zelenskiy ji peymanê re amade be.”