CîhanCivak

Şanda Kurdistanê tevî Encumena Bilinda Îslamiya Îraqê civiya

Şanda Herêma Kurdistanê piştî nîvroya roja yekşeme 31-1-2016 bi serokatiya Nêçîrvanî Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Emar hekîm serokê Encmuna Bilinda Îslamî a Îraqê kir.Li hevdîtinekê behsê naverokka civîna şanda Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraq hate kirin û pêdagrî li ser gringiya hevdîtin û civînên hevbeş navbera her du aliyan ji bo ji hev têgehştin û danana pirogrameka hevbeş bo berhingar bûna pêşhatan kirin.Li pareka din behsê şerê djî terorîstên DAIŞê kirin û her du aliyan seketinên Hêzên Pêşmerge û Supayê Îraqê li şerê djî terorê giring nirxandin û pêdagirî li ser azad kirina hemû bajêr û deverên bin deshilata terorîstan kirin, bi taybetî bajarê Muslê ku ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê gringîyeka taybetî heye.Her du aliyan pêdagirî li ser vê yekê kir ku divê pilaneka çareserîya hevbeş ji bo qeyrana darayî bihê danan ku ji ber daketina nirxê petrolê hembêza Îraq û Herêma Kurdistanî girtiye û pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê bi riya diyalog û danustanê bihê çareser kirin. Her wiha bi pêwîst dane zanîn ku Hikûmeta Îraqê alîkariya vê hijmara zêdeya koçber û penaberan bike ku ji ber tirsa terorê hawara xwe ji bo Herêma Kurdistanî anîne.Li dawiyê jî  herdu aliyan pêdagirî li ser xurtir kirina têkliyan ji bo berjewendiyên pîkhatiyên Îraq û berdewam bûn li ser civînên du alî û xûrtir kirina têkliyên navbera pêkhatiyên Îraqê û Herêma Kurdistanê û hin pirsên taybet bi rewşa Îraq û deverê kirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button