Salnameya Rojê ya herî kevn a naskirî li Girê Miraza hate dîtin
Li Ruhayê li qada arkeolojîk a Girê Miraza(Girê Keçel) lêgerînên nû yên ku rabirdûya mirovahiyê ronî dikin dewam dike. Arkeologên ji Zanîngeha Edinburgh ragihandin ku nexşên li ser stûnek ji yên din bi heybettir li Girê Miraza hate dîtin. Qada arkeolojîk a ku li ser gelek stûnên kevirî hatî çêkirin, dibe ku wekî salname jî hatibe bi karanîn..
Lêkolîna ku ji hêla Zanîngeha Edinburgh ve hatî weşandin destnîşan kir ku Göbeklitepe dibe ku salnameya rojê ya herî kevn a naskirî be. Lêkolîneran destnîşan kirin ku salnameya ku wan dîtiye 365 rojan digire nava xwe û 12 demên heyvê û 11 rojên din jî dihewîne, ev jî nîşan dide ku têgihîştina demê pêşketiye.
Di salnameyê de îşaretên geometrîk, çivîk û fîguran, û nîşaneke ku dişibihe tîpa “V” ye. Dema ku ev sembol bi pergalek ku ji hêla lêkolîneran ve hatî vedîtin têne jimartin, salnameya salê ya rojê ku her 365 caran xwe dubare dike derdikeve holê. Yek ji fîgurên balkêş ên di salnameyê de fîgurekî teyrekî mezin e ku nîşaneya “V” li stûyê wî ye, ku rojeva havînê temsîl dike.