Cîhan

Salih serkeftina şoreşgerên Lîbiyayê pîroz kir

Bi minasebeta serkeftina şoreşgerên Lîbiayayê bi ser desthilta Muemer Qdafî de, Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahuyê ji serokê Civata Niştimaniya Lîbiyayê re şand.

Li gor malpera Xenda, bi miasebeta serkeftina şoreşa Lîbiyayê, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê ji Mistefa Celîl serokê Civata Niştimaniya Lîbiyayê re şandiey.

Berhem Salih di peyamxwe de dibêje:
– Bi minasebeta serkeftina şoreşa gelê Lîbiyayê û rizgarbûn ji diktatoriyê, ji kûratiya dilê xwe pîrozbahiyê li we dikem, Ji bona guhiştina karwanê azadiyê we gelek qurbanî dan, lewra  ji Xwedayê mezin dixazim ku gelê we biparêze.

Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de dibêje:

– Careke din bi navê Kurdistana Îraqê serkeftina şoreşa we ya mezin pîroz dikin. Em hêvîdar in ku Lîbiya di nav civaka navdewletî de bibe welatekî çalak û welatekê azad û demokratîk ava bike.

Weke tê zanîn ev peyama pîrozbahiyê ya Berhem Salih bo şoreşgerên Lîbiyayê di malpera fermî ya hikûmeta herêma Kurdistanê de nehatiye weşandin, lê bi tinê di malpera Xendan ku nêzîkî Berhem Salih e de hatiye weşandin. Ev yek jî cîyê pirsê ye, ji ber ku, nayê diyar kirin ka ev helwesta wî ya şexsî ye yan jî helwestê hikûmeta herêma Kurdistanê ya.

http://www.xendan.org/dreja.aspx?=hewal&jmara=29427&Jor=1

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button