Salih: Budceya Kurdistanê di xizmeta hejar û kêmdermatan de ye
Îro civata wezîran bi amadebûba Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmetê di bin serokatiya Berhem Ehmed Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê de civiya.
Di destpêka civînê de, serokê hikûmetê behsa budceya herêma Kurdistanê û rola wê di xizmetkirina xelkê hejar û kêmderamet, pirosesa avadankirinê û vejandina jêrxaniya Kurdistanê kir û got:
– Armanca serke a budceyê xizmetkirina xelkê Kurdistanê û vejandina infrastruktura welatê me ye. Bi tyabetî di budceya pêşniyarkirî de rewşa xelkê kêmderamet li berçavan hatiye girtin û meaşê malbatên şehîd û enfalkiriyan û lêqewmiyên çekê kîmiyayî hatiye zêde kirin.
Herwesa di civînê de behsa pirosesa hilbijartinên parlamentoya Îraqê hat kirin û di vî warî de hat tekîd kirin ku hikûmet atmosferekî azad û bê teref bo hilbijartinan pêkbîne bi awayekî ku hemû kes di çarçoveyê biryarên komsyona bala a serbixwe a hilbijartinan de bikare bi azadî dengê xwe bide. Di warê kampaniyaya hilbijartinan jî de tekîd li ser wê yekê hat kirin ku nabe tu kes û alî biryarên komisiyonê binpê bike.
Di mijareke din a civîna wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê de serdana cîgirê serokê hikûmetê bo devera Badînan û vekirin û danan hijmareke pirojeyan li wê deverê hat nirxandin.