Polîtîk

Salih bi 67 li gel û 28 dij bi serkeftî ji parlamentoyê derket

Duh, êvarê li parlamentoya Kurdistanê, ji aliyê serokê fraksiyonên di parlamentoya Kurdistanê de ne, hin pisyar li serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, Berhem Salih, hatin kirin, ku di derbarê rewşa Herêmê de bûn.

Serokê hikûmetê, di bersiva wan pirsyarene de got: “Ez bi hîç şêweyekî nikarim bêjim, hemû endamên saziyên polîs, asayîş û hêzên ewlehiyê rêkûpêk in û hiç şaşiyeke wan nîne, lê belê hîç kesek jî nikare bo min seda sed bêje, di nav xwepêşanderan de hîç kesek têkder û mebest xirap nîn e. Ji ber wê jî ya girîng ew e ku pêwîst e, em pêkve hewl bidin vê rewşa tirsnak a niha ku herêma Kurdistanê tê de derbas dibe çareser bikin, daxwaziyên gel cêbecê bikin û rewşa herêma Kurdistanê ewle û aram bikin.”

Her wiha Berhem Salih da zanîn, ku di wan xwepêşandanan de her kesekî/a ku jiyane xwe ji dest dabe yan birîndar bibe, çi polîs û çi hemwelatî, hemû hemwelatiyê wî welatî ne û di navbera wan de cudayî nîne.

Berhem Salih, serokwezîrê herêma Kurdistanê, di berdewamiya axiftina xwe de ragihand, ku dê hemû pêkve hewl bidin, li Herêmê çaksazî, avadaniyê bikin û her çi kêmasiyek heye ji holê rakin û rewşa Herêmê ber bi pêşve bibin.

Civîna parlamentoya Kurdistanê bi dawî bû û 67 parlamenteran, bo berdewamiya hikûmeta niha ku di bin serokatiya Berham Salih de ye, dengê “Erê” dan.
Her wiha 28 parlamenteran jî dengê “Na” dan û xwastin ku hikûmeta bi serokatiya Berhem Salih de ye hilweşe.
Back to top button