Bang li Newşêrwan Mistefa dike PDK, YNK, pêşmerge û asayîşê ji Kurdistanê derbêxe
Li gor rojnameya Xebat, Konseya Zanayên Îslamî li Îraqê ku, di dema xwe de ji aliyê diktator Sedam Hisên ve hatibû avakirin û nuha jî siyaseta Partiya Bassê didomîne, di daxuyaniyekê de piştevaniya xwenîşaderên Silêmaniyê dike û bang li tevgera Goran û bi taybetî bang li Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê dike ku her du partiyên desthilatdar (PDK ûYNK), pêşmerge û asayîşê ji Kurdistanê derbêxe.
Konseya Zanayên Îslamî li Îraqê di beyanameya xwe ya jimare 760 de dibêje: ”Konseya Zanayên Îslamî li Îraqê pîrozbahiyê li serhildana gelê me li bakurê Îraqê dike. Ev serhildana gelê me li bakûrê Îraqê delaletê ji wê yekê dike ku gelê kurd xebatên me yên ji bona derxistina wan aliyên li ser pişta tankên dagîrkeran hatine û xemxoriya me ji bo îraqeke yekgirtî ji bakûr heta başûr bilind dinirxînin û li hember hemû wan aliyan yên ku dixazin bi navê ferderalîzmê Îraqê dabeş bikin, rawestin.”
Konseya Zanayên Îslamî li Îraqê berdewam dike: ”Em xebatên Tevgera Goran yên ji bo rizgarkirina bakûrê ezîzî (şîmalunal ezîz) ji destê her du partiyên kurdî û derxistina hêzên pêşmerge û asayîş û pêkanîna leşkerekê îraqiyê xurt ji bo cîbicîkirina erkên niştimanî û parastina yekgirtiya Îraqê û jinavbirina wê destûra dagîrkeran nivîsî bilind dinirxîn in.”
Konseya Zanayên Îslamî Li Îraqê bang li xwenîşanderên Silîmaiyê û Tevgera Goran dike û dibêje: ” Ey gelî şoreşgêran, Konse û hemû gelê Îraqê li benda serkeftina we ye bi ser her du partiyên kurdê de, Berdewambûna we û sebir û dirêjepêdana xwenîşandanan ji bo parastina yekêtiya Îraqê rêya êkaneye.
Konseya Zanayên Îslamî li Îraqê di beyna xwe ya jimare 760 de dibêje ku her du partiyên desthilatdar ji parçe-parçekirirna Îraqê berpirsiyar in.