Sakik daxwaziyek ji Erdogan kir
Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan piştî nexweşiya xwe vegera parlementoyê. Dema Erdogan hate parlementoyê gelek parlementeran ji bo nexweşiya wî, çûn bale û jêre gotin derbasî be.Yek ji wan jî parlementerê BDP-ê Sirri Sakik bû.
Sakik ji Erdogan re got: Derbasî be piştî nexweşiyekî cardin cihê dilxweşiyêye ku em we di nav xwe de dibînin“ Piştî vê Sakik ji Erdogan re got: “ Daxwaziyek min heye ku ez ji were bêjim“ Erdogan got Sakik kerem bike .
Sakik Ji Erdogan re got: Ev çekdarên PKK-ê yên ji eslê xwe ji Îranêne û operasyona de hatîn kuştin hêjî cenazê wan nehatiye weşartin. Îran qebul nakê , Malbatên wan bê çarene dixwazin kêmasî nêzikî tixub bîne weşartin da ku care mecala malbatên wan hebe ku bêne serdana mezarên wan bikin. Me ji berî niha ji wezîrê Navxwe re got lê çareser nekirin. Ev pirsek insaniyê û ji we daxwaz dikim ku hun çarekî ji vê pirsê re bibînin.
Erdogan bakir wezîrê dadê û got: Bila ev malbat maxdur nebin, vê pirsgirêkê çareser bikin.
Sakik spasiya Erdoga kir. Ev bi xwe jî delileke dema diyalog û dayîn û standin hebê gelek tişt têne çareserkirin.
Wek tê zanîn ji berî niha 52 rojan di operasyonan de hinek çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên wan birin bajarê Malatya. Malbatên gerilla hatin cenazeyên zaroyên xwe birin û li bajarên wan veşartin. Lê hinek ji wan kurdên Rojhilatê bûn û hukumeta Îranê rê neda malbatan ku cenazeyên zaroyên xwe bibin bajarên wan û veşêrin. Eve 52 rojin cenazeyên wan li Malatyayê hêviya weşartinê ne.
Piştî hevdîtina Erdogan û Sakik ev arîşe hate çareserkirin.