Civak

Rûsyayê şîna netewî îlankir

 

Li Rûsyayê sebaret bi bûyera Smolenskê û mirina serokkomarê Polonyayê 12`ê Nîsanê Roja Şîna Netewî hate îlankirin. Derbarê wê yekê da, serokkomarê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev di banga ji bo gelê Polonî da wisa got: “Bi navê hemû gelê Rûsyayê, ji we ra û ji malbatên hemû kesên di wê bûyerê da jîyana xwe ji dest danî sersaxîyê dixwazim“ Serokkomar Medvedev destnîşan kir, ku ew û hemû gelê Rûsyayê ji ber bûyera trajedîk ya serokkomarê Polonyayê Lex Kaçînskî, tevjîna wî û welatîyên Polonî yên jîyana xwe ji dest danî gelek xemgîn in. Di wan rojan da, me hemûyan trajedîya li Katînê bi bîr dianî, yên di bin zextîyên totalîter da jîyanên xwe ji dest danî. Medvedev bi bîr anî, ku Kaçînskî dihate Rûsyayê, ku efserên Polonî yên li Katînê bi bîr bîne. Medvedev di banga xwe ya ji bo gelê Polonî da got, ku “hemû welatîyên Rûsyayê şîn û xemên we parve dike“. Wî soz da, ku hemû pirsên bi bûyerê ve girêdayî bi kûrahî wê bêne şopandin. Li gor daneyên texmînî balafir di dema danandinê da bi serê daran qelibîye û ketîye. Di balafirê da 97 kes hebûn û kes ji wan rizgar nebû. Delegasyona Polonî ber bi Katînê ve diçû, ku cangorîyên zextên sîyasî bi bîr bînin.

 

(Ruvr)

Back to top button