Ji bo kompanyayên Rûsya asankarî tê kirin
Li hevpeyvînê de, Serok Barzanî bi xêrhatina Balyozê Rûsyaya Federal li Iraq şermezariya wê kiryara tawankariya dirindaneyê kir ku çend wêstgeheke metroya li Moskow kiribûn armanc û bi wê sedemê dehan hemwelatiyên bê tawan bûne qurbanî û daxwaz ji Balyoz kir ku serxweşiyê bigihîne kesukarên qurbaniyan û hevsozî û hevxemiya xwe ji bo Hikûmet û sercem gelê Rûsyaya Federal derbirî. Balyozê Rûsyaya Federal vê hesta Serok Barzanî bilind nirxand û ji bo piştgîriya berdewamiya li Konsolgeriya Giştî ya Rûsya ya Federal li Herêma Kurdistanê da spasî birêz jî kir û hêvî xwest pêwendiyeke xurt li navbera Rûsya ya Federal û Herêma Kurdistanê li rêya kompanyayên Rûsiyan ve dirust bibê û bi awayekê ku xizmet bi berjewendiyên her du aliyan da bike û li vî warî de Balyoz balkişand li ser wê yekê ku Wezareta Xwendina Bilind li Rûsyaya Federal biryarê daye kursiyên xwendinê ji bo xwendekarên Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve zêde bike. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê cext li ser piştevanî kirin û handana wan welatan dike ku nivîsîngeha nûnerayetiya wan li Herêma Kurdistanê heye, heman demî de ji bo piştgîrî kirina li kompanya û veberhêneran û dirust kirina jîngeheke guncaw ji bo karê veberhênan û geşepêdana aborî û tevgera bazirganiyê amadehiya Hikûmetê jî nîşan da. Her wiha behs kirina pêşketinên dawî ya siyasiyên îro ya Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî piştî hilbijartinên vê dawiyê ya Encumena Nûnerên Iraqê û paşaroja proseya siyasî li Iraq û awayê Hikûmeta nû mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.