Rûsya û Çîn nehiştin alîkariya mirovî bigihe Rojavayê Kurdistanê

Rûsya û Çîn biryareke Encûmena Asayîşa Navdewletî ya ji bo vekirina rêya yarmetiyên mirovî ya ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê veto kir.
Raporeke Neteweyên Yekgirtî de dibêje: Ji nîvî zêdetirê nîştecihên Rojavayê Kurdistanê xwarin û dermanê wan ya pêwîst nîne. Tenê yek rê ji bo pirkirina wan pêdiviyan heye ew jî derbasgeha di navbera Iraq û Rojavayê Kurdistanê ye ku şeş meh berê ji ber nerazîbûna Rûsya û Çînê, Encûmena Asayîşa Navdewletî derbasgeha tixûbiya ser Rojavayê Kurdistanê girt û ji ber wê yekê jî rewşa mirovî ya xelkê Kurdistanê gelek xerabe.
Rûsya ku hevpeymaneke nêzîkî Esede ji destpêkê ve dijî wê proje biryarê rawestaye ku bi 13 dengên belê ya Endamên Encûmena Asayîşê û du dengên nexêr û veto û yek alîkeriya Rûsya û Çînê hate pejirandin.