Pentagon: Tirkiye berevajiya Amerika û Natoyê tevdigere
Nato hewl da lêkolînê li rûdanê bike lê belê negihişt hîç encamek. Du dîplomatkarên Ewrupî bi Washington Post re gotine: “Fransa nameyekê gihandiye Jens Stoltenberg Sekreterê Giştî yê Natoyê, lê belê ewî li bersîva xwe de gotiye hîç rastiyeke eşkere nekiriye”.
Her çende Pentagon hîç axaftinek li ser rûdanê nekiriye û wiha dizane tirkiye demeke dirêje ji siyaseta Nato derketiye û axaftina li ser nemaye. Her wiha Fransa tîşk xistiye ser vê rûdanê û li gor wan hejmarek ji endamên Natoyê dixwazin Erdogan kar li dijî berjewendiyên Natoyê bike.
Mark Esper Wezîrê Berevaniya Amerîka di derbarê tirkiyê de ragihandiye: “Rêya karkirina tirkiye şaşe”.
Her wiha Kolonel Thomas Campbell Peyvdarê Pentagonê jî dibêje: “Pentagon her hewl daye û dixwaze peywendiyên li gel tirkiye pêşbixe, lê belê tirkiye li hewleke zêdetir daye ku berevajiya daxwaza Amerîka û Natoyê tevbigere”.