Cîhan
Rûsya: Tirkiye bêyî îcazeya me nikare S-400 dan bifroşe

Pêşniyarek ji bo çareserkirina kêşeya di navbera Amerîka û tirkiyê de hebû ku tirkiye S-400 dan bifroşe Amerîka û kêşeya xwe çareser bikin, lê belê Rûsya jî dijî vê pêşniyarê derdikeve û dibêje: Tirkiye bêyî îcazeya me nikare S-400 dan bifroşe Amerîka.
Maria Vorobyova Peyvdara (SFVTS) Xizmeta Pergalên Leşkerî û Berevaniya Rûsyaya Federal da zanîn ku tirkiye pergala berevaniya S-400 bêyî îcazeya Rûsyayê nikare bifroşe welateke din.
Ev peyama Rûsyayê piştî wê pêşniyara John Thune Senatorê Komariyan yê Amerîka hat ku ewî pêşniyar kiribû ku tirkiye S-400 an bifroşe Amerîka.