Polîtîk

Bayik PDK û YNKê tehdît dike

Cemil Bayik PDK û YNKê tehdît dike û dibêje: Me heta niha sebir kir, lê êdî destê kê bikeve xwîna gerîla dê bibe hedefa me.” Bayik îdia dike ku, li Herêma Kurdistanê hin kes ji bo Istixbarata Tirkiyê MÎTê dixebitin û lis er gerîla zanyariyan didin MÎTê.
Bayik hevpeyvîneka xwe li gel kanala PKKê Stêrk TV de, behsa êrîşên Tirkiye yên li başûrê Kurdistanê û şerê di navbera artêşa Tirkiye û çekdarên PKKê li herêma başûrê Kurdistanê dike.
Bayik dide xûyakirin ku, armanca van êrîşan tesfîyekirina PKKê ye û dibêje: Ev êriş ne nû ne. Li ser tevgera me û gelê me konseptek tê meşandin. Ji bo wê konseptê timî li ser tevgera me êriş hene, li ser gelê me êriş hene. Hedefa van êrişan jî ku tevgera azadiyê tasfiye bikin, ku karibin Kurdan qir bikin. Ji ber ku heta ku PKK tasfiye nekin, nikarin qirkirina Kurdan temam bikin. Ji bo wê him tasfiyekirina PKKê hem qirkirina gelê Kurd bi hev re dimeşîne.
Bayik dide xûyakirin ku, êrîşên li Mexmur, Şingal û li cihên parastina Medyayê têne kirin , girêdayê konsepta têkbirina PKKê ye. Berdewamiya axavtina xwe de Bayik Dibêje: “Li vir ez dixwazim balê her kesî bikişînim. Bi balafiran li Şengal, Mexmûr, Herêmên Parastinê yên Medyayê dan, lê dengê kesî dernakeve. Ne yê hikumeta başûr, ne hikumeta Iraqê, ne Neteweyên Yekbûyî, ne Amerîka, ne Ewropa kes li dijî van êrişan dengê xwe dernaxe. Bêguman maneya vê heye. Ji ber ku diyar e ku ev hemû li vê êrişê de agahiyên xwe hene. Dibe ku hinekan ji bo ev êriş çêbibe alîkariya Tirkiyeyê kirine, destûr dane Tirkiyeyê, ji Tirkiyeyê re gotine ’em li pişt te ne, tu dikare bike’. Eger ne bi vî rengî be, hêzeke Tirkiyeyê welê nîne ku van deveran bi balafiran bi saetan lê bide. Ev ne pêkane.”
Bayik îdia dike ku, di nava rêxistina Parastin û Zanyarî de zilamên MIT aTirkiye hene û ew malûmata didin Tirkiye.
Bayik dibêje ku: “Niha di vir de dibe ku hinek kadroyên PDK, YNK, yan jî partiyên din hene, hinek girêdayî partiya xwe ne, girêdayî rêxistinên xwe ne. Rêxistinên wan ji wan hinekî malûmatan dixwazin li ser gerîla. Ew jî ji bo rastiya wan malûmatan dixwazin didin. Nizanin ku ew malûmatan diçin MÎT’ê. Ew ji bo rêxistinên xwe wer fêhm dikin ku karekî dikin. Halbûkî ji bo rêxistina xwe kar nakin. Ji bo MÎT’ê kar dikin. Bi nezanî vê dikin. Malûmatan li ser gerîla, li ser nuqteyê wan, li ser tevgera wan kom dikin didin rêxistinên xwe, ew rêxistinên wan jî didin MÎT’ê. MÎT bi wan malûmatan derbê li gerîla dixe. Lazim e gelê me yê Başûr bi vê zanibe.
Berdewamiya axavtina xwe de Bayik, PDKê û YNKê bi zimanek zelal tehdît dike û dibêje: Di vir de dixwazim her kes bi vê zanibe. Me heta niha sebir kir. Me xwest ku rêxistinên Başûr tedbîrê wê werbigirin. Lê belê diyar dibe ku ti tedbîrê wê wernagirin. Di vir de em kê tespît bikin, em diçin ser wan. Paşê van rêxistinan, van partiyana nebêjin PKK însanê me dikuje, nebêje PKK li dijî me siyaseteke pêş dixe. Eger naxwazin însanê wan bên kuştin, wê demê lazim e li însanê xwe xwedî derkevin. Bila nehêlin ku xerabiyê bikin. Bila nehêlin ku xiyanetê bikin, nehêlin ku têkevin xwîna gerîla. Kî têkeve xwîna gerîla ew dibe hedefa me.

Daxuyaniya Cemîl Bayik û tometbarkirina PDKê û YNKê di demekê de ye, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokatiya Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê wek saziyên fermî yên Başûrê Kurdistanê derbarê êrîşên Tirkiyê de daxuyaniyên cuda belav kirine û tevî şermezarkirina êrîşan, daxwaz ji Tirkiyê kirine, ku rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê bigire û ji PKKê jî xwestine, ku çalakiyên xwe ji nav axa Herêma Kurdistanê bibe cihê ku divê lê çalakiyan bike.

Herweha encama şerê ku PKKê û artêşa Tirkiye li ser xaka Kurdistanê Başûr zererek mezin daye herêmê, bi dehan hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi dehan gund hatine vale kirin û xelkê deverê dev ji terîke, cih û warên xwe berdane koçî deverên din kirine.

Pêwiste dewsa Bayik endamên PDK û YNKê bi zilametiya MITê itham bike bila berê xwe bide xwe û rêveberiya xwe dê behtir fam bike ku kî û çewe agahdariya dide MIT a Tirkiye. Herweha Bayik baş dizanê de ew û rêxistina xwe di çerşova projeyek hevbeş li gek dewletên dagirker û arikariya hinek rêxistinên başûrê Kurdistanê dixwazin berê dagirkera bidin başûr , da ku destkeftiyên netewî têkbibin û di rêya serxwebûnê de astenga peyda bikin.

Back to top button