Cîhan
Macron: tirkiye tundrewên îslamî vediguheze Lîbyayê

Emanuel Macron Serokê Fransa ji ber siyaseta tirkiye li hember Lîbyayê êrîşeke tûnd li ser Enqerê kir.
Li civîneke rojnamevaniyê de ku li Almanya li gel Şêwirmenda wî welatî Angela Merkel encam da, Macron got: “tirkiye berpirsiyariya tawankariya dîrokî li Lîbya dixe stûyê xwe”. Siyaseta tirkiye li Lîbya ji aliyê me ve siyaseteke redkiriye, tirkiye yekem welat û aliyê derekiye ku destêwerdanê li karubarê navxweya Lîbyayê die. Ew welat hîç pêgiriya kongreya Berlînê ya taybet bi Lîbyayê nebûye û xerabûnê jî digre stûyê xwe”.
Serokê Fransa got: “tirkiye ji Sûriyê bo Lîbyayê berdewame li şandina çekdarên tundrewên îslamî, di demek da tirkiye endamê peymana Bakûrê Atlase û divê berpirsiyariya wê jî bigre stûyê xwe”.