Kultur

Di Arşîvên Rûsyayê de Mistefa Barzanî

Ev kitêb, ji gelek dokumentên hêja pêk tê. Hinek dokument beriya çûyina Yekîtiya Sovyetê ya Mela Mistefa Barzanî û hevalên wi ne. Dokumentên vê qonaxê, belgeyên berpirsiyarên Sovyetê ne ku wê wextê li Kurdistana Îranê wezîfedar bûne û ji berpirsiyarên dewleta xwe re nivisandine Qismek dokument jî derheqê Kurdan de nivisên navbera meqamên resmî yên Yekîtiya Sovyetê ne.

Wekî din, nameyên Mela Mistefa Barzanî yên ji meqamên Sovyetê û nemaze ji Stalîn û Kruşçev re hatine nivîsandin jî di vê kitêbê de cih girtine.

Orijînalê van belgeyan Rûsî ne. Wergera wan a diyalektê Soranî ji aliyê Efrasiyaw Hewramî ve hatiye kirin. Ji bo kesên Kurmancîaxêv bikaribin ji vê berhemê îstifade bikin Ziya Avcı jî wergerandiye tîpên Latînî û diyalektê Kurmancî.

https://www.facebook.com/395160617264415/videos/304721073910677/
Balkêş e ?
Close
Back to top button