Cîhan

Rûsya piştevaniyê li danûstandinên Kurd û Şamê dike

Hikûmeta Rûsya ragihand piştevaniyê li danûstandinên di derbarê paşeroja Sûriyê ya di navbera hêzên Kurdî û desthilatdarên Şamê de dikin. Tekez jî dikin ku Kurd beşeke ji gelê Sûriye.

Îro li civîneke rojnamevaniyê da li Moskowa Mariya Zaxarowa Peyvdara Wezareta Derveya Rûsya ragihand, li Sûriye sedan sale pêkhatên cûda cûda yên olî û neteweyî bi aştiyê de dijîn.

Her wiha got: Em piştrastin ji wê yekê ku pêwîste parêzgeriyê li wê nerîta jiyana xelkê Sûriye bê kirin û bê berdewam kirin. Li vî derbarî de helwesta me eweye, Kurdê Sûriye beşeke ji gelê Sûriye.

Her wiha got: Em piştevaniya guftûgoyên di navbera Kurd û Şamê dikîn ku di derbarê sîstema paşeroja welat de pêktînin.

Back to top button