Polîtîk

Rusya pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dike

Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Maksim Maksimov, bi peyamekê pîrozbahî li Serokê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Maksim Maksimov di namekeyekê de bi boneya hilbijartina wî weke Serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û ragihand, Nêçîrvan Barzanî kesek e ku tekezî li ser “pêşxistina peywendiyên navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê” dike.

Maksimov herwiha dibêje, Rûsya çaverê ye ku hemahengiyên navbera Hewlêr û Moskowê di warên cuda cuda de bêne pêşxistin.

Maksimov di nameya xwe ya pîrozbahiyê de wiha dibêje: “Birêz Barzanî yê xoştevî, bi navê Balyozxaneya Rûsya ya li Bexdayê û bi navê xwe, derfet bide min ku germtirîn pîrozbahiyan li te bikim, bi boneya hilbijartina te weke Serokê Herêma Kurdistan-Iraqê.

Hez dikim amaje bi vê yekê bikim ku hûn ê birêz dakokîkarekî sereke yê pêşxistina peywendiyên dostane yê navbera Komara Rûsyaya Federal û Komara Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî ne. Derfet bidin min, ez we piştrast bikim ku em weke Rûsyayê çavê me li hebûna hemahengiyên zêdetir di warên cuda cuda de ye.”

Balyozê Rûsya yê li Iraqê herwiha dibêje: “Ez tekezî dikim ku amade me ji bo diyalogeke avaker a berdewam û karkirina hevbeş.”

Back to top button