CîhanRojev

Rusya li himber Ukranya şer ragihand

Rusya li dijê Ukranyayê şer ragihand, li himber vê serokê Amerikayê da xûyakirin ku, dê cîhan hesab ji Rusya bipirse. Herkesek li hêviyê ye ku, Washington sizayên din li ser Rusyayê bêxe rojevê.

Wezîrê derve yê Ukranya Dmitro Kuleba dibêje: Putin dest dagirkeriyek berfireh kir.Bajarên Ukranyayê têne topbaran kirin.

Îro demjimêr 09.14ê de, parêzwanên sinor dan xûyakirin ku, Rusya ji Belarus û ji Qirimê jî dest êrîşê kiriye.Ji berî demekî hêzên Rusya li Belerus cih bibûn ev yek bibû sedemê metirsiyekî ku, Rusya ji bakur jî êrîşê Ukranya bike.

Herweha demjimêr 09.00ê Ukranya daxûyaniyek ragihand ku, wan li devera Luhansk 5 balefirên şer û helikopterek Rusya êxistine xwar.

Demjimêr 08.45ê balyozê Rusya yê li Neteweyên Yekbûyî Vasili Nebenzya, dabû xûyakirin ku, Rusya ji bo xwe biparêze li gora qanûna Neteweyên Yekbûyî maddeya 51ê operasyone li dijê Ukranya daye destpêkirin.

Back to top button