Cîhan

Rusya: Îsrail ketina balefira me de berpirsiyar e

Li Suriye balefirek ya Rusya ji aliyê hêzên rejima Suriye ve hat êxistin. Balefirek leşkeri ya Rusya ku di tê de 15 efser hebûn ji aliyê rejimê ve hate existin û 15 kesî jiyana xwe ji dest da.Heman demî de 4 balefirên F-16 ên Israil êrîşê Suriye kirin.Li ser vê bûyerê wezîrê bergiriya Rusya daxûyaniyek da û daxûyaniya xwe de, Îsrail tawanbar kir û got Îsrail ji ketina balefira leşkeri ya ÎL-20 berpirsiyare. Rusya bawer dike ku, Îsrail bi zanebûn ev yek kiriye.Wezirê Bergiriya Rusya rewrisma ji bo kesên jiyana xwe di balefirê de ji dest dayin de axavtinek kir û got: Min Îro pêwendî wezîrê Bergiriya Îsrail re danî, min got em van bûyerên bi vî awayî bê bersiv nahêlin.Serokê Rusya Putin jî di vê derbarê de da xûyakirin ku, Ne Îsrail balefira Rusî êxistiya xwar.Em lêkolînê dikin, rewşek trajedik xwe dide pêş.Putin da xûyakirin ku ewê di vê derbarê de pêwendiyê li gel serokwezîrê Îsrail deynê.

Back to top button