Cîhan

Rûsya: Heta Tirkiye garantiya vekişîna hêzên xwe nedê Hevdîtina Esad û Erdogan zehmet e

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Serokê Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev got, “Piştgiriya Tirkiyeyê ya ji muxalefeta Sûriyeyê re û li Sûriyeyê wekî welatekî dagirker tevdigere, hevdîtina Erdogan-Esed asteng kir.”

Nûnerê Taybet ê Putin bo Sûriyê Aleksandr Lavrentyev ji çapemeniya Rûsyayê re axivî û diyar kir ku heta niha şert û mercên hevdîtina serokên Tirkiye û Sûriyeyê pêk nehatine, lê têkiliyên di navbera wezaretên berevaniyê yên her du welatan de dewam dikin.

Derbarê hevdîtinan de jî Lavrentyev wiha got: “Bi giştî ez difikirim ku hê zû ye ku em behsa hevdîtina serokên van her du welatan bikin. Di navbera wezîrên berevaniyê de bi çaralî (Rûsya, Îran, Tirkiye, Sûriye) peywendiyek heye. “Lê belê, zû ye ku em li bendê bin ku peywendiya di asta bilind de were hêvî kirin.”

Lavrentyev diyar kir ku Rûsya hewl dide ku peywendiyan bigihîne asteke bilindtir, Lavrentyev tekez kir ku “Em di wê baweriyê de ne ku normalkirina peywendiyên Sûriye-Tirkiye garantiya aramkirina rewşa Sûriyê ye” û li ser gelek faktorên ku bandorê li vê pêvajoyê dikin.

“Berî her tiştî, mirov nikare piştgiriya Tirkiyê ji opozîsyona Sûriyê re paşguh bike. helbet – mijara sereke – vekişîna leşkerên Tirkiye ji axa Sûriyê ya dagirkirî ye.”

Em rast bibêjin: Di prensîbê de wek welatekî dagirker tevdigerin. Ji ber vê yekê gelek zehmet e ku Şam bêyî wergirtina hin garantiyan ji Tirkiyê der barê vekişîna leşkerên xwe de bikeve nava diyalogê.

Back to top button