Pirsgirêka me ya sereke li gel Amerika YPG û PKK ye
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan beşdarî bernameyeke teybet ya kanaleke Tirkiyeyê bû û got, ewlekariya sînoran xeta wan a sor e û heta ew sînorên xwe ewle nekin, bi paş de gav navêjin.
Herwiha Fîdan daxûyakirin ku, di navbera Tirkiye û Amerîkayê de pirsa sereke, piştevaniya Amerîka bo YPG û PKKê li dijî pîvanên NATO ye.
Fîdan da zanîn, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di asta herî jor de niyaza xwe diyar kiriye û gotiye, ji bo çareseriyê ew amade ye li bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re bicive. Lê rêveberiya Sûriyê di vê warî de xwe zelal nekiriye.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê da zanîn, niha şerê navxwe li Sûriyeyê cemidî ye, rêjeyên tundî, koçberbûn û kuştinan kêm bûye, lê ji bo çareseriya pêşvetir, divê rêveberiya Sûriyeyê gav bavêje.
Fidan dibêje: Divê Sûriye derbarê 10 milyon koçberan de biryarê bide, gelo dê vegerin yan na. Ji bo vegera wan pêwîstî bi guhertina destûrê û lihevhatine ligel dijbereyan heye.
Da xuyakirin, niha ji ber êrîşên Îsraîlê li ser Sûriyeyê, ev mijar bipaş ketiye. Rêveberiya Sûriyeyê li hemberî êrîşên Îsraîlê yên li ser milîsên Îranê, bêalî û bêdeng radiweste.
Fîdan herwiha got, eger Şam derbarê mijarên krîtîk de gav bavêje, dê Rûsya piştevaniya wan bike. Lê Rûsya ji bo gavavêtinê fişarê li Şamê nake û bêalî dimîne.