Rûpeleke nû di dîroka Kurdistanê de

Papa Francîs bi serdana xwe ya li her quncikeke Herêma Kurdistanê, rûpeleke nû daye veikirin. Bi vê yekê jî, hêviya jiyaneke nû bo Kristiyanên Qereqûş û Mûsilê -ku hêj di bin bandora kavilên şer û wêraniyê yên wan deveran de nehat peydakirin.

Dilniya Rehman

Kurtegeştek, lê têrdestkeftî. Papa Francîs, zilamê 84 salî ku ji yên berî xwe cuda, bi hatina xwe ya Iraq û Herêma Kurdsitanê yekem Papayê Vatîkanê bû ku serî li van deveran dide, planeke ku ji bo tu papayên berî wî li hev nehatibû.

5ê adara 2021ê ku li roja înê dikeve, li gorî rênimayên xweparêziya ji coronayê ku bûbûn eger ku geşt salek û sê heyvên werin ragirtin, Papa Francîs di geşta xwe ya yekem de berê xwe da Iraq û Herêma Kurdistanê. Serdana Papa ji gelek aliyan ve giring bû, lê çavê hemî cîhanê li ser hevdîtina wî ya li gel Elî Sîstanî, lêvegerê bilind ê Şîeyên Iraqê bû. Hevdîtineke wisa bû ku gelek kes wek “hevdîtineke mêjûyî” ya di navbera du serkirdeyên ayînî de lê dinêrin ku ji bo kêmkirina tundûtûjiya di navbera pêkhate û ayînên Rojhilata Navîn de dikarin bibin gavek.

Wekî din jî, serdana Papa Francîs a bo Ur, warê şaristanî û mêjûyê, şar û warê jidayîkbûna Pêxember Îbirahîm, bi çavekî taybet lê dihat seyikirin; çunku bûye cihê dilxweşiya Kirstiyanên vî warî ku xewna papayên Vatîkanê ya serdana warê jidayikbûna Pêxember Îbirahîm aniye cih. 

7ê adarê, ku roja yekşem bû, bi pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, û Mesrûr Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, lingê xwe daniye li ser pêpelûka xaka Herêma Kurdistanê ku dibe yekem serkirdeyê ayînî berê xwe dide herêmekê. Dûre û piştî borîna 7 salan di ser dîdara wan re, careke din li gel Mesûd Barzanî dicive. 

Papa Francîs bi serdana xwe ya li her quncikeke Herêma Kurdistanê, rûpeleke nû daye veikirin. Bi vê yekê jî, hêviya jiyaneke nû bo Kristiyanên Qereqûş û Mûsilê -ku hêj di bin bandora kavilên şer û wêraniyê yên wan deveran de nehat peydakirin.

Berî serdanê bi heyvekê, nêzîkî 10 hezar kesî navê xwe li Staduma Fresno Herîrî ya Hewlêrê dabû tomarkirin. Ji 11ê sibehî heta 2:30ê nîvro, ji qada şaroçkeya Eynkawayê ya gewre amadekarî dikirin ku ber bi stadyumê ve herin, hemî bi dilxweşî li basên taybet dihatin siwarkirin û ji Eynkawaya ku ew karwan jê re bûbûn wekû xemlekê, berê wan diket şûna kombûnê.

12ê nîvro ye, bayekî hûnk ê biharê digere. Rêbara Eynkawayê şûştî û hemî kolan diberiqîn, biryar jî hatibû dayin ku Papa di wê rêbarê re derbas bibe da ku silavê bide xelkê. Hê jî zû ye û bêdengî serdest e, ne kes tê ne jî diçe, tu dibêjî qey hîç rê û resmek bi rê ve naçe! Min ji xwe re digot ku lazim ev der bi qerebalix be, tijî xelk bin, lê diyar e ku hêj zû ye, tên… 

Di nav wan fikira de noq bûbûm; dipûnijîm, min hew dît ku çend zilam û çend jinin ji nav taxê derketin û ber bi kolanê ve dihatin. Di destê her yekî de çiqileke zeytûnê, pev re dipeyivin û devliken xuya dikin… Derket ku xelkê Sûriyeyê ne, heza dîtina Papa welê li wan kiribû ku berî hatina Papa bi 2 saetan werin li wir rawestin. 

Li gel Nehî Qawrimayê, jina zarşêrîn a 60 salî, min civat gerand. Nehîxan li Sûriyeyê mamosteya zimanê Fransî bû, bi aramî li wir dijiya, lê rewşa şer a xirab welê lê kir ku berî dora du salan li gel hevjîn û du kurên xwe bên li Eynkawaya Herêma Kurdistanê niştecih bibin. 

Ji min re got: “Tu pê zanî Dilnya, me ji boyî silametiya kurên xwe, xak, xizim û kesûkarên xwe li pişt xwe hiştin da ku wan biparêzin, tu rêyên din li ber me nebûn. Bi min zehmet e ku bibînim berê wan dikeve şer. Vêga li ser xaka Kurdistanê me ku bi sîngeke vekirî pêşwazî li me kir. Tu zanî, vêga di bîra min de diçe û tê ku heke em li Sûriyeyê maban, vêga kurên min li hemberî Kurdên Sûriyeyê şer dikir! Gelekî bi min giran e!”

Dema ku dipeyivî, aramiyekê xwe li rûyê wê dida pêçan, lê tu hêviyê ji dahatûyê nake. Dûre devê xwe vekir û got: “Ev çiqila zeytûnê ya ku tu di destê min de dibînî, ji boyî ku em bala Papa bikişînin ser aramî û aştiyê, me dil heye ku em bi vî rengî pêşwazî lê bikin û nîşan wî bidin ku em bextewar dijîn, lê dahatûya me ne diyar e û nikarin bizîvirin welatê xwe, hez dikin herin Ewrûpayê, lê ew jî li hev nayê! Ma tu dibêjî dê îro Papa guh bide daxwaz me? Gelo jê tê tiştekî ji me re bike?” 

Civata me germ bûbû, me hew dît ku ref li pey refê, bi hezaran jin, zilam, pîr, xort û zarok bi cil û bergên ciyawaz û alaya Kurdistan û Vatîkanê, gulên spî û çiqila zeytûnê di destan de, ber bi me ve tên. 

Saet 1:30ê ye, kolana Eynkawayê tijî xelk e. Hemî jî ji bo dîtina Papa dilgeş in. Hema dengê dahol û bilûrê jî destê wan girtibû û bi wan re ketibû dîlanê, li hêla din jî, zarokekî dusalî, cil û bergê Kristiyanan li ber, bi dengê mûzîkê re xwe hiltavêt û bala her kesî dikişand ser xwe.

Min civat li gel her kesî digerand, min dixwest zanibim ka hestê wan ji bo dîtina Papa çi ye û gelo ka bi dîtina wan ev geşt ji bo Kurdistanê giring e yan na.  

Jineke 72salî ku li Eynkawayê çavên wê rehnî dîtine, li ser kursiyê xw rûniştî û sê gulên Sûrî li dest, dibêje: “Gulên min ciyawaz in, min ji xwe re got bila cudayî yên xeynî min bin, zor dilxweş im ku di vî temenê xwe de Papa dibînim. Min dil heye ku wan dirêjî Papa bikim û bi xêr hatina wî bo xaka me bikim, te aştî li gel xwe aniye. Bê guman, hatina te bo Kurdistanê giring e. Ma tu pê zanî ku dê xelk me bêhtir nas bikin? Dizanin ku Eynkawa li kû ye û Kurdistan çend aram e!”

Dema ku ez bi jina bitemen re dipeyivîm, çavên keçeke 10salî ya ku maseke ciwan danabû li me bû, rabû min jê pirsî: “Gelo qet peyameke te bo Papa heye?” Navê keçikê Refîf bû, got: “Gelekî kêfxweş im ku li vir çav bi Papa dikevim, ew sembola xweşî û silametiyê ye bo hemiyan e. Kesekî qedirbilind tê li vî şarî serî li me dide, destxweşiyê lê dikim ku tevî vê rewşa xirab û coronayê jî tê me dibîne.” 

Kristiyaniyên Mûsil, Sûriya, Iraq, Şeqlawa û Eynkawayê ev serê 3 saetan e çaverê ne û peyameke wan hevpar heye: “Reng e ku tu dibînî ku em li warekî di nav şer de mayî, pirazar û zulm li pêkhateyên pirayînî û pirneteweyî hatî çawa li şeqamekî aram ku Hewlêr e, bi dilxweşî li hêviya dîtina te senkinî ne, lê li vir hîç kilîseyek neatiye wêrankirin, em hemî yekşeman duyayên xwe dikin, xaça me di stûyê me de û em bê tirs berê xwe didin sûkê, ev der tijî pêkvejiyan û aştî ye, were me bibîne û rih bi kilîsên me de bîne!” 

Papa Francîs, saet 3, piştî firavîn û qisekirina li gel keşeyên Eynkawayê giheşt nava bajêr. Li pêş, li tirimbêleke nixumandî siwar û bi gulên sor û spî xemilandî, berê wî ket şeqameke Eynkawayê, destê xwe ji bo xelkê li ba dikir û ji dilê wan kesên ku ji dûr nêzîk hatibûn dîdara wî, geş dikir. Her çi qas ku Papa ji tirimbêlê daneket jî, lê peyama dilê wan kesên jipêya, ala Kurdistan û Vatîkanê tevî gulên spî û çiqila zeytûnê di destên wan de, giheşt Papa Francîs. 

Piştî nimêja li Stadyûma Frenso Herîrî, Papa Francîs di nav wan refên xelkê re ber bi Firokxaneya Bexdayê û ji wir jî ber bi Romayê ve, bi rê ket, li wir jî geşta wî bi dawî hat, lê ji bo Herêma Kurdistanê vekirina rûpel û dergehekî dîplomasiyê yê nû bû.

Rûdaw

Nerîna min :