Cîhan

Ruhanî: Heyîna Amerika li herêmê sedema probleman e

Li Îranê bi minasebeta salvegera şerî Îran û Iraqê, rewresmek hate li darxistin. Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî di rewrismê de axavtinek kir. Ruhanî di axvtina xwe de da xûyakirin ku sedema sereke ya problemên herêmê Amerikaye.
Hesen Ruhanî da xûyakirin ku, hercihek Amerîka lêbe aramî û ewlehiya wê derê têk dide. Lê her cihêÎran lê be aramiyê diparêze.
Ruhanî di axavtina xwe de got: Li her cihekî Amerîkî û dijminên me hebin, rêkbirina ewlehiyê de rolek sereke leyiztîne.birine. Li Efxxanistan, Iraq, Sûriye, Kendava Fars, ew bo her cihekî hatibin, nearamî ligel xwe anîne.

Ruhanî berdewamiya axvtina xwe de wesfek mezin ji bo rolê Îranê dide û dibêje: Li cihên ku çekdarên Îranê lê hene bune sedama ewlehiya wî cihî. Eger ligel gelên Iraq, Sûriyê, Lubnan û Filistînê rawestiyabin, wê demê bo wan welatan asayiş anîne û karîne terorîstan li van navçeyan ji binî ve jinav bibin.
Ruhanî dibêje: Em ne ew kes in ku teslîm bibin, em yê berevanîkirinê û berxwedanê ne. Em bi awayekê vekirî ji hemû cîranên xwe re dibêjin, em destê dostanî û biratiyê dirêjî hemû wan dikin.

Back to top button