Cîhan
Ruhanî bersiva biryara Trum dide
Serokê Îranê Hesen Ruhanî bersiva biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê vekişandina ji rêkeftina atomî da û ragehand ku, rêkeftina me ne tenê bi Amerîkayê re bû li gel 6 welatn bû.Di vê derbarê de serokê Îranê Ruhani got: Rêkevtina etomî rêkevtineke di navbera Îran û Amerîkayê de nebûye, heta ku Amerîka bixwaze rabigihîne ku ew dê ji rêkevtinê derkeve. Rêkevtina etomî rêkevtineke çend alî û navdewletî bûye, rêkevtin rêkevtinek e ku pesenkiriya Encûmena Asayişa Navdewletî û biryarnameya 2231 bûye, lewra Amerîkayê îşev bi awayekê fermî ragihand, ku gun nade peymanên navdewletî û berî rêkevtinê jî Trump peymanên xwe derbarê rêkevtina jîngehê ya Parîsê de ragihand û ji vê rêkevtina giring a ji bo jîngeha cîhanî derket.