CîhanKultur

Rûdaw rastî erîşê polisên Tirk hat

Li Tirkiye li zaningeha Enqere hinek xwendevanên alîgirên PKKê bi minasebeta salvegera girtina Abdullah Ocalan xwepêşandanek kirin. Tim a Tora medya a Rûdawê ew çalakî bi zindî radigihand.Lê polîsên Tirk êrîşê Tim a Rûdawê kir û nehişt ew wê çalakiyê bi weşînin.Dixweyê ev qedera Rûdawê ye.Ji bo peyamnêrê Rudawê kurdî diaxivî polisa êrîş kir û nehişt ew weşana xwe bike.Lê başbû ew birîndar nekirine. Tenê nehiliştin ew çalakiya heyî biweşîne.Gelek cara PKKê jî êrîşê Tima Rûdawê kirin û peyamnêrên wan bîrîndar kirin, ew ji ciwînên xwe derêxistin derve. Li “Rojava Kantona Cizîrê“ Rûdaw qedexe kirin.Li Hewlêr êrîşê Rudawê kirin û peyamnêrên Rûdawê birîndar kirin.Li Enqerte nehiştin bikevin kongreya HDPê.Lê rastî di vê pirsê de siyaseta Rûdawê jî nayê fam kirin.Rûdaw bi hemû çalakiyên PKKê diweşîne. Herweha ne tenê weşanê dike bi awayekî propaganda siyaseta PKKê jî dike.Gelek caran dema minaqeşeyek li gel aligirên PKKê tê kirin ew wek nûmune Rudawê didin nîşandan.Taybetî dema di derbarê siyaseta PKKê ya dijberiya Kurdistana Başûr de minaqeşeyek tê kirin, dibêjin: Ma Rûdaw jî dibêje. Yanî dema ji wan re pêwistebe Rûdaw çavkaniya propaganda wan e.Lê PKKê Rûdawê qebûl nake.  Û her dê êrîşê Rûdawê bikin…Xwedê Rûdawê biparê ze..Ji aliyek polisên Tirk ji aliyek PKK…..

Balkêş e ?
Close
Back to top button