CîhanPolîtîk

Dewleta Tirk divê dest ji êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê berde

Di derbarê êrîşê dewleta Tirk ya li dijê Kurdistana Rojava PAKê daxûyaniyek belav kir. PAK dibêje :Divê Dewleta Tirk ji dev êrîşên xwe yê Kurdistana Rojava berde. Daxûyaniya PAKê: Dewleta Tirk, siyaseta PKKê ya  bi şerê nav bajaran  zerarê dide gelê me jî  ji xwe re wek  hincetekê nîşan dide û bi gotina ‘’emê wan tune bikin, paqij bikin’’  êrîşên xwe li bakurê Kurdistanê berdewam dike. Nuha jî dest bi êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê kirî ye.Gelo vê carê çi hincet he ye? Dewleta Tirk divê bizanibe ku ev êrîşên li bakur û rojavayê Kurdistanê beyhûde ye û  ev mesele bi  kuştin û tûnd û tûjîyê çaresar nabe.Dewleta Tirk  jibo  rêlêvekirina aşitî û çareserîya li gel miletê Kurd, divê dest ji vê siyaseta şîdetê berde. Divê dest ji  wê siyasetê berde ku  dibêje ‘’Em nahêlên li bakurê Sûrîyeyê tu dewlet bê ava kirin’’. Jibo siyaseteke  dostane,  Dewleta Tirk divê li gel ENKS, PYD û partîyên din yên Kurdan  wek nûnerên hevbeş yên rojavayê Kurdistanê dîyalog û  peywendîyên xwe  geş bike.Bi vê minasebetê, em careke din jî bangî PYDê dikin ku li gel ENKS û partîyên din yên Kurdan îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî û aborî damezrînin. Jibo rêlibergirtina êrîşên xêrnexwazan, jibo Kurd di qada navnetewî de  wek alîyêkî  bêne qebûl kirin,  hevgirtin û tifaqa rojavayê Kurdistanê   îro wazîfeyeke dîrokî û neteweyî ye.Em bangî  Dewleta  Tirk dikin ku, demildest dest ji êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê berde û  pirsgirêkên li pêş çareserîyê  aloztir neke. 15.02.2016pak_902761897Buroya Çapemenî û  Ragehandinê ya PAKê

Back to top button