Civak

Li Surê Kişinak binçav kirin

Şerê di navbera dewleta Tirk û çekdarên PKKê li Sûra Diyarbekirê nêzikî 3 mehan e berdewame.Bi sedan çekdarên PKKê jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî leşker û polis di vî şerî de jiyana xwe ji dest dan. Di vî şerî de gelek xelkê sivîl jî jiyana xwe ji dest dane.Li sert daxwaz a Kongreya Civata Demokratik , seroka bajarvaniya Diyarbekirê Gulten Kişinak ji bo  sekinadina şerê kolana li Surê da ku hevdîtinekî li gel çekdarên PKKê bike û bêje ji dev şer berdin derbasî nav çekdara bû.Li gora nûçeya Kemal Guneş/Rojnama Star a Tirkî; Kişinak goteye ku, xelk pişgiriyê nadin me. Vêca devjê berdin vale neyên kuştin.Lê çekdarên PKKê bi tundî bersiva Kişanak dane û 6 seetan di jêrzemînekî de girtine.Çekdarên ku ji çiya hatine bi tundî minaqeşe li gel Kişanak kirine û gotine:Wek serokên bajarvaniya hun xelkê ikna bikin.Bila ji bo pişgiriya me xwepêşandana bikin.Tê gotin ku hevserokê KCD Hatip Dicle jî hewldanek bi vî awayî kiriye, lê serneketiye

Back to top button