Rol modelek ji bo nivşê nû
Nêçîrvan Barzanî, hûnêrmendek gelek serkeftî yê pêkanîna yekitiya ye.Pêkanina yekitiya ji bo Neçîrvan Barzanî ne tenê gotineke û jê derbas dibe.Ew bi xwe hemû hêza xwe bi kar tîne û dikare li pê li nakokiyan bike û destê hinek kesayet û aliyên siyasî bigre.
Dara Bilek
Piraniya cara di nava tevgera Kurd de bahsa yekitiya û feyda ku yekitî bide doza Kurdistanû tê kirin. Lê dema ji gotinê derkeve bikeve qonaxa pratikê de zehmetiyên mezin derdikevin pêşîya pêkanîna yekitiya.
Dixweyê di siyasetê de pêkanina yekitiya jî wek hûnerekiye. Li başûrê Kurdistanê serokê herêma Kurdistanû Nêçîrvan Barzanî, ji wan kesayetaye ku bi hemû awayî dikare bi sedan sedemên di cih de bide pêş û yekitiya ava bike. Yanî hûnêrmendek gelek serkeftî yê pêkanîna yekitiya ye.Pêkanina yekitiya ji bo Neçîrvan Barzanî ne tenê gotineke û jê derbas dibe. Ew bi xwe hemû hêza xwe bi kar tîne û dikare li pê li nakokiyan bike û destê hinek kesayet û aliyên siyasî bigre.
Li Iraqê hilbijartinên parlementoya Iraqê têne li darxistin. Ji bo maf û destkeftiyên herêma Kurdistanê bêne parastin û cîbicîkirin, yekitiya Kurda û yekdengiya wan li Bexdayê pêwistiyek e. Nêçîrvan Barzanî ji bo ev yekdengî pêkwerê destê xwe li deriyê her aliyekî û li her Kurdekî dide. Ew guh nade berjewendiyên aliyek siyasî û kesayetî ji bo wî berjewendiyên Kurdistanî li ser her tiştekîre ne û ji bo vê jî dema pêwist serdana hemû aliyên siyasî dike û hewldanê yekdengiya Kurda bi awayek çalak pêktîne. Wek din qabiliyeteka gelek balkêş ya Nêçîrvan Barzanî heye ku xelkê ikna bike û li gel wan tevbigere. Ji holê rakirina nakokiyan de jî jihatiyek mezin dide nîşandan.
Dema Nêçîrvan Barzanî vê yekê dike tu cara ji dev prensîbên xwe yên bingehîn bernade û bi ekis wan bi hêztir têxe rojeva yek dengiya Kurdan de.
Gelek cara hate ditin ku hinek aliyên Kurd û hinek parlementerên Kurd li Bexdayê ji bo rê li herêma Kurdistanê bê girtin hemû hewldanekî dikin. Gelek cara dibin sedem ku Iraq pê li qanûnê dike û famê Kurda binpê dike. Yanî bi awayek din di nava partiyên Kurdistanê de , bi dengê Kurda hatine hilbijartin û çûne Bexdayê, lê li himber Kurda hemû cureyên xiyanetê dikin.Ev yek jî bivê nevê ji bo Kurda û parastina mafên Kurda li Bexdayê dibe astengek mezin.
Ji bo vê yekê serokê Kurdistanê hemû hewla dide ku, rê li van xayine bigre û aliyên siyasî bikaribin li Bexdayê yekdengî tevbigerin.
Serokê Herêmê li gel cîgirên xwe û rawêjkarê xwe serdana Silêmaniyê kir. Ji bo berjewendiyên Kurdistanê destê Lahur Talabanî girt. Lahur îro serokê YNKê ye. Belê hevseroke lê rolê yekemin yê Lahur e û Bavel Talabanî ne gelek xwedî bandor e.
Gerek hemî aliyên ku berjewendiyên Kurdistanê diparêzin pişgiriyek bi hêz bidin hewldanên Serokê Kurdistanê da ku asteng di rêya yekdengiya Kurdan de nemin e. Nêçîrvan Barzanî bi helwest û kiryarên xwe û prensib û awayê xebata xwe dibe rol modelek ji bo nivşên nû .
5.5.2021