Cîhan

Rojnemevanê kurd dixwazê Hale werê Britanya

 
Bêjera televîzyona Lîbya a bi peyv, Hale Misratî ragihand ku wê bi xwe, xwe radestî hêzên mûxalifên Lîbya kiriye, ew niha li cem malbeteke Lîbî dimîne.

Rojnamevanê Kurd Xalid Amedî  li welatê Birîtaniya yê dijî ragihand ku, Hale Misratî gelek caran li ser televîzyona Lîbya yê piştgirîya doza Gelê Kurd kirie.

Her wisa Amedî ragihand gelek caran  peyvendîya wan bi rêya telfonê  û Înternetê çêbûne, û bo cara dawî  jî Hale xwestiye ku dema  alozîya Lîbiya yê xilas bibe werê  Birîtaniya yê.

Rojnemevanê kurd Xalid Amedî ji bo hatina  Hale ya Brîtanya, bi awayekî fermî ser li rayedarên Birîtaniya yê daye. Amedî dide xuyakirin ku eger Brîtanya hatina Halê qebûl nekê, dê  ew Halê dawetî Başûrê Kurdistanê bike.

Back to top button