Polîtîk

Serok: Em nikarin beramber şehîdkirina welatiyên bêtawan bêdeng bin

Çend rojeke topbarana Îranê û êrîşên firokeyên şerî yîn Tirkiyeyê bo ser gund û warên ser snor di nav axa Kurdistanê de berdewam in. Berî çend rojan serokê Kurdistanê bi daxuyaniyekê de êrîşên Tirkiyeyê bo ser herêma Kurdistanê bi dijwarî çermezar kirin û daxaz ji Tirkiyeyê kir ku wan êrîşan rawstîne û berî wê jî yên Îranê şermezar kiir bûn. Lê êrşên wan dewletan her bedewam bûn.

Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, di peyamekê de bo raya giştiya Kurdistan û Îrqê behsa siyaseta herêma Kurdistanê li hember wan bûyeran kir û got ku, rewşa ser sînoran aloztir dibe û rojane hevwelatiyên Herêma Kurdistanê rûbirûyê topbaran û êrîşên esmanî yên her dû dewletên Komara Îslamî ya Îranê û Tirkiye dibin.

Serok di peyam xwe de got: Îro em dibînîn ew êrîş pêş ketine û gehiştine wê astê ku nabê êdî li beramber wan bêdeng bin. Barzanî got jî ku hebûna hêzên çekdarî yên PKK û PJAKê li navçeyên sînor û çiyayî behaneyeke bihêz e di destê wan herdû welatên cîran de.

Serokê Kurdistanê got ku bi ti awayekî “em nikarin beramber şehîdkirina welatiyên bêtawan ên Herêma Kurdistanê bêdeng bin”
Barzanîdaxaz ji hemû aliyan kir ku bi diyaloh û bi metodên aştiyane ûirsgirkên xwe çareser bikin û serma şer û şoidetî êdî nemaya.

 

Peyama Serokê Kurdistanê li jêrê bixwîne:

 

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Hevelatiyên xweştivî yên Kurdistanê

Her wek hun agahdar in rewşa navçeyên ser sînor ên Herêma Kurdistanê heta diçe aloztir dibe û rojane hevwelatiyên Herêma Kurdistanê rûbirûyê topbaran û êrîşên esmanî yên her dû dewletên Komara Îslamî ya Îranê û Tirkiye dibin.

Ew êrîşên han bûne sedema zerargihandina jimareke mezin a rûniştvanên navçeyên sînor ku çendîn kes şehîd û birîndar bûne. Îro em dibînîn ew êrîş pêş ketine û gehiştine wê astê ku nabê êdî li beramber wan bêdeng bin û hevwelatiyên sivîl û bê parastin ên herêmê bibin qurbaniya wan kêşe û tevlîheviyan.
Hebûna hêzên çekdarî yên PKK û PJAKê li navçeyên sînor û çiyayî behaneyeke bihêz e di destê wan herdû welatên cîran de. Berdewambûna van corên kirdaran, bikaranîna şîdet û hewldana bikaranîna sînorên Herêma Kurdistanê dibe sedema anîna şîdeteke nexwestî bo gelê me û evna jî xizmeta doza rewa ya gelê Kurd nake. Mixabin di vî warî de ti hesabek bo berjewendiya xelkê herêmê nayê kirin.

Her wek berê û niha jî tekez dikim ku Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyeke dostane û cîrantiyeke baş ligel hemû aliyekî hebe û qet nebûye beşek ji pirsên navxweyiî yên van her dû welatan û qet jî dest naxe nav karubarê navxwe yê ti welatekî. Lê belê bi ti awayekî em nikarin beramber şehîdkirina welatiyên bêtawan ên Herêma Kurdistanê bêdeng bin.

Em wek Herêma Kurdistanê naxwazin xwîna hîç mirovekî bêtawan birije. Li beramber de jî ji bo jihevfamkirin û çareserkirina kêşe û pirsgirêkan, baweriya me bi diyalog û gotûbêja berdewam heye.

Me berê jî texsîr nekiriye da pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin û çareseriya aştiyane bibe bijardeya hemû aliyekî, lê mixabin ev demeke rewş careke din aloz bûye.

Di hinek qonaxan da dema pêwîst bû me ji bo parastina ax, maf û rûmeta gel û neteweya xwe xebata çekdarî kir. Bi şiyana xwe, bi hêz û îradeya gelê xwe me karî hebûna xwe û nasnameya neteweyî ya xwe biparêzîn. Lê belê serdema îro cuda ye. Di dinyaya îro de zimanê diyalogê bi ser şer, kuştin û kirdarên serbazî de zal e, ji bo gihandina vê peyamê jî me hemû şiyana xwe xist tevgerê.

Armanca me herdem bexteweriya gelê me û aramiya herêmê bûye, lewra bi tu awayekî em naxwazîn ew bextewerî û aramiya herêmê, êdî bi her behaneyekê be, bê têkdan. Her ji bo wê yekê em daxwaz dikin ku berjewendiya runiştvanên herêmê li berçav bê girtin. Ji ber ew destkeftên îro yên xelkê Kurdistanê berhema kar, xebat û qurbanîdaneke zêde ye, li ser hemû kurdekî pêwîst e vê ezmûnê bi ya xwe bizane û biparêze.

Divê li ba xelkê Kurdistanê eşkere be ku kiryarên serbazî li ser sînoran behaneyan dide her dû welatan da li ber çavê cîhanê kirdarên xwe yên serbazî li herêmê encam bidin. Di nav vî şerê bê beramber, leşkerkêşî û bombardimana berdewam de bi pileya yekem hevwelatiyên Herêma Kurdistanê zerermend dibin. Û ez di wê baweriyê deme bi şer ev pirs çareser nabe û di dawiyê de her divê bi aştiyê be. Êdî rojek zûtir ew şer bê bidawî anîn baştir e, lê belê ger aliyên dergîr rêya şer hilbijartine em daxwazê ji wan dikin vî şerî ji Herêma Kurdistanê dûr bixin.

Em amaden e hemû hevkarî û hevahengiyek bikin bi rêya diyaloga aştiyane rewşa navçeyên ser sînor vegere wek berê û birmal bibe. Hevdem em daxwazê  ji hikûmeta Iraqa Federal dikin bi rêya kanalên dîplomasiyên xwe li del her dû welatên cîran hewlên xwe bixe tevgerê bo dawîanîna van êrîşan û parastina serweriya Iraqê.

Liberçavgirtina vê pêvajoya nazik û hestyar da daxwazê ji parlamentoya Kurdistanê dikim bi hurî vê pêvajoya hestyar a herêmê binirxîne da ku biryarê li ser siyasetekê bide rengdana raya yekgirtî ya Herêma Kurdistanê bê.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
23/08/2011

Back to top button