Rojnemevana Rusî li Ukranya hate kuştin

Rojnamevana Rûsî Oksana Baulina ya ji bo malpera The Insider a navenda wê li Letonya kar dikir, li paytexta Ukranya Kîevê di encama êrişa bi mûşekan de hat kuştin.

Li gor daxuyaniya malpera Thi Insider, “Dema Oksana Baulina li herêma Podilsky dixwest dîmenên wêrankariyan bigire, rastî êrişeke bi mûşekan hatin. Ligel wê sivîlek din mir û 2 kesên din jî birîndar bûn.”Oksana Baulina berî ji bo malpera The Insider kar bike, li Rûsya di Weqfa Dijî Gendeliyê de kar dikir.Heta niha 6 rojnamevanên biyanî ji ber şerê Rûsya û Ukranyayê hatine kuştin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: