CivakRojev

Rojnemevan bi kuştinê têne tehdît kirin

Komeleya Rojnemevanên Hevdem, di derbarê rewşa medyayê  de rapora xwe ya meha Cotmehê eşkere kir. Li gora raporê di vê mehê de ketina gelek siteyên ku di internete de weşanê dikin hate astengkirin.Dezgehê RTUK(Dezgehê Televizyona û Radyoya ya bilind)gelek sizayên giran dan. Di Cotmehê de 30 rojnemevan di çerçova 20 doza de derketin himber dadweriyê. Gelek rojnemevan hatin tehdit kirin û awayek fizikî li wan dan.

Di seri de dadwerî û gelek dezgehên hukumî, azadiya medyayê ber bi çav negirtin û biryar wergirtin. Di 37 weşana de babetê 19 nûçeyan qedexe kirin.

Di raporu de hatiye eşkerekirin ku, gelek bernameyên kanalên televizyona yên muxalefetê dikin hatine sekinandin û ji bo hinekan cezayê giran dane.

Herweha hatiye ragihandin ku, hinek rojnemevan bi kuştinê hatine tehdit kirin.

Back to top button