Rojnameya Haaretz: Damezrandina Kurdistanê nêzîk e

Rêveberê Navenda Rojhilata Navîn ya London School of Economics Robert Lowe û nivîskarê rojnameya Haaretz Aluf Benn, dibêjin serhildanên li Rojhilata Navîn û Efrîqa dê ‘Nexşeya Cîhanê’ biguherin.

Rêveberê Navenda Rojhilata Navîn ya London School of Economics Robert Lowe, da xwiyakirin ku beşdarbûna Kurdên Sûrî jî di xwepêşandanên li welêt de ku hefteyeke berdewam in nêzîk bûye.

Di vê derbarê de Lowe bo CNNê axifî û got: ‘’Kurd ku ji sedî 10ê nifûsa Sûriyê pêk tînin û zêdetir li ser sînorê İraq û Tirkiyê niştecîh in, ji ber xwediyê doza herî rewa ne pêşketinan ku çêdibin dişopînin û di amadebaşiyê de ne bo dakevin kolanan.’’

Ji Enstîtuya Levant ku navenda wê li Londonê ye Obeyda Nahas jî, da zanîn ku berî xanedaniya Esad tu pirsgirêkên Kurdên Sûrî nebûne û wiha pêde çû: ‘’Lê niha mafê ku bi zimanê xwe biaxifin û herwiha binivîsin jî nayê naskirin, ji wan re tê gotin ku navên Erebî li xwe bikin.’’

Nahas, desthilata Beşar Esad ku îsal destûr daye cejna Newrozê bê pirsgirêk were pîrozkirin jî, bo Kurd beşdarî  protesto û xwepêşandanên welêt nebin wek ‘rişwetê’ bi nav dike.

‘Kurdistan nêzîk’

Nivîskarê rojnameya Haaretzê Aluf Benn di nivîsarekê de diyar dike ku serhildanên gel ên li Rojhilata Navîn dê nexşeya herêmê ji nû ve dabirêjin û Kurdên İraqê jî dê dewleteke serbixwe dabimezrînin.

Benn, di nivîsa xwe ya bi navê ‘’Hişyarî: Herêm di rewşa bînasazi de’’ ye dibêje: ‘’Serhildanên gel, mizgîniya rojên dawî ya Rêkeftina Sykes-Picot e ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn sînorên herêmê danî.’’

Bi baweriya Benn, dibe ku dewleteke serbixwe ya Başûrê Sudan, Kurdistan, Filîstîn, Sahara Rojava û Başûrê Yemenê bê damezrandin û nerînên xwe wiha tîne ziman: ‘’Vekişîna Amerîka ji İraqê, piştî hevdîtinên Sykes û Picot bi 100 salî, ligel mixalefeta Tirkiyê jî dê şensê serxwebûnê bide Kurdan.’’ Rudaw..

Nêrînek

  1. Ev nexshe ne ya Kurdistanê ye. Nexsheya “cihên ku pirranî lê bi Kurdî tê axavtin” e. Û shashiyên mezin jî tê de hene.\r\n\r\nMirov heger nexsheya welatekê xirab bike, xelk rexne dikin. Heger hûn nesheya Tirkiyeyê shash biweshînin, Tirk dozê li we vedikin. Heya bigire, hêzên wan ên tarî tên mirov dikujin jî.\r\n\r\nLê wekî ku Kurdistan ne welatek be, wekî kû talana xelkê be, malperên me ji xwe re gorî dilê xwe nexsheyan chêdikin.\r\n\r\nRêzdarî li nirxên neteweyekê, welatekê nebe, nayê payîn jî. Kalîteya malperan jî girêdayî wê ye.\r\n\r\nMin carekê din jî malpera we bo nexsheyan rexne kiribû. Nizanim hûn bi qestî wisa dikin, a xebatkarek bêxew maye…

Nerîna min :