Nivîsar

Karîzma Mistefa Barzanî di pariktîzkirina hizirên yasayî da

Karîzma Mela Mistefa Barzanî di pariktîzkirina hizirên yasayî da

     

Ji gelek aliyan ve vekolîn û nivîsîn li ser kesayetiya Mela Mistefa Barzanî hatiye kirin çi ji aliyê siyasî yan leşkerî yan serikirdayetî yan netewî yan komelayetî be, lê vekolîn di biwarê yasayî da renge eve yekem pîngav be hatibe havêtin ew jî ji aliyê nivêser û mafperwer (Mesûd Batêlî) ve ku şiyaye bi şêweyekê akadîmî diyar bike kanê ta çi ast Barzanî şiyaye çemik û prensîpên yasayî li ser berperan û ji mêşik û derunê mirovî veguhêze bo di nav warê piraktîkî da ta ku bi şêwê kara û rasteqîne kar pê bihêne kirin û piraktîze bibin

Mafperwer Mesûd Batêlî li dor egerê helbjatina vî babetî bo Evro dibêje: Her gel û neteweyekê serok û serikirde û runakbîr û feyilesuf hene ku ne tinê ew millete şanaziyê pê diben belku hemû komelgeha mirovayetiyê pê serbilindin û bûne keliturekê cîhanî, evca milletê me jî xwedan serikirdeyên bi vî rengî ye ku yek ji mezintirîn serikirdên tevgera azadîxwazên duniyayê takekê kurde ku ew jî Mela Mistefa Barzanî ye ku em hemû pê şanaziyê dibin.

Helbijartina kesayetiya Mela Mistefa Barzanî ji çend aliyan ve taybetmendî û girîngiya xwe heye ew jî demê Mesûd Batêlî gotî: ((bûna Barzanî wek serikirdeyek li gupîtka biriyar wergirtinê û astê pêgîriya wî bi yasayê wek takek ji komelê, bandora kesayetiya wî ya karîzmî di çawaniya reftar kirinê û karikerda wî da, hewil û bizavên wî ji bo piraktîzekirina hizir û têgehên yasayî di nav civakî da û pênigavên wî yên aştîxwazane û zimanê diyalogê di parastina asayiş û aştiya cîhanî da, dûr êxistina bizava rizgarîxwaza Kurdistanê ji pena birin bo tîrorê û tundutîjiyê û dijwarikariyê û parastina azadiyên serekî wekî raderbirînê, dirûşimên ayînî, beşdariya takên komelê û parastina ser û samanê xelkê medenî û êxsîran û hitid)).

Li dor raman ji karîzma Mela Mistefa Barzanî di piraktîzekirina hizirên yasayî da, Mesûd dibêje: Peyva karîzma di bineret da peyveka Yunanî ye ku bi ramana diyarî yan dana xwedê ye, ku gelek saloxetên ber bi çav bi xwe ve digire weku şiyanên kartêkirina erênî li ser xelkî bi girêdaneka cesteyî û dilînî û sozdarî û rewşenbîrî û hitid, hêz û cadûya kesayetî, şiyanên bê sinur di rakênşana xelkî bo layê xwe û hitid zêdetir got: ((armanc ji karîzmaya Barzanî berçavkirina wan taybetmendyên giştî û berbelav bi şêwê tewer ku jinav cerigê cemawer û milletî helqolaye û serikirdayetiya wî weku endamekê rasteqîneyê komelê di reftarikirinê da bûye ji bo dabînkirina mafên wana û gehiştin bi ewa pêdivî di jiyanê da weku wan gelên hemû maf û azadî yên xwe bi dest ve înan.

Di bersiva wê pirsê da kanê çi peywendî di navbera gotinên Barzanî û yasayê da heye, mafperwer Mesûd diyar dike ku, ji ber ku Îraqê xwe pêgîr kiribû bi yasayên navdewletî ve, Barzanî jî weku endamek ji gelên Kurdistanê û Îraqê û weku endamek ji komelgeha mirovayetiyê û weku serikirdekê meydanî xwe di gel bend û naveroka yasayan da rêk dêxist ji bo dûrêxistina bizava rizgarîxwaza Kurdistanê ji her kiriyareka ne yasayî û tundkarî û tîrorê û got: ((Barzanî bi rêka xwe rewşenbîr kirin bi çekê zanistên yasayî piraktîzekirina ev prensîp û hizirên yasayî di nav naxê xwe da cêhgîr kiribû)).

Ji aliyekî dîtir ve Batêlî aşikirakir ku, Barzanî hemû şiyanên xwe terxan dikir ku binemayên yasayî yên navixweyî û nêv dewletî di warê piraktîkî da bihête pejirandin û kara bibin û bo vê çendê ew bi xwe bi biriyarên xwe yên helqolay ji deqên yasayî bi hûrî li ser rûdanan û babetan radiwestiya û reftar dikir ta ku bibe rênîşander bo ew serikirde û pêşimerge û xelkê dewrûberî û bo berebabên paşerojê ku bi xwe guncandin di gel yasayê dê şêyin mafên xwe bi destive bînîn û yasa yeklakerê kêşeyan be di hemû biwarên siyasî û civakî û aburî û rewşenbîrî û hitid.

Di berdewamiya axiftinên xwe da navibirî amaje da nimûneyeka pêk vegirêdanê di navbera reftarên Barzanî nemir û yasayê da demê diyarikirî ku, li ser astî nêvdewletî, dabînkirin û parastina asayiş û aştiya cîhanî di çartera neteweyên yekgirtî di (xala 1 / madeeya 1 / beşê yekem) da hatiye, û Barzanî bo binecihkirina vê naverokê bi kiriyar û gotin kar bo aştiya cîhanî kiriye ew jî li berî rûdana şerê ereban û îsiraylê li sala 1967 ê, hikûmeta Îraqê daxwaz ji Barzanî kir ku ew jî beşdariya şerî dijî îsirayliyan bikin belê ji ber ku Barzanî bawerî bi çareserikirina kêşeyan bi rêka şerî nebû û şer ne rêkareka yasaye ev çende qebûl nekir û pêşiniyareka yasayî kir ku hêzeka aştî parêz ser bi neteweyên yekgirtî ve di navbera ereb û cuhiyan da bihête danan ta ku şer çê nebe û hizra vê pêşiniyarê di (xalên 1 -2 / made 33 / beşê 6) ji belgenameya neteweyên yekgirtî da hatiye.

Sebaret rolê Barzanî nemir bo peydakirina dadiperweriyê di nav civakî da mafperwer dibêje: Hizra dadiperweriya civakî li nik Barzanî bo hindê dizivire ku Barzanî di malbat û nawiçeyekê da ji dayik bû ku melbend û rêbazeka ayînî û sofiyatiyê û nawenda serihildanê û çavkaniya bergirîkirin û xoragiriyê û bû û got: ((Barzanî wesa hate rahatin û firşk kirin û perwerdekirin ku komelgeha mirovayetiyê yek xêzaneka mezin û berfirehe û hemû takên wê di maf û erikan da û li beramberî yasayê yeksanin)). Paşî ew jî aşikirakir ku, çendîn arasteyên karîger wekî arasteyên xêzanî, ayînî, netewî û nêvdewletî kartêkirineka beriz di pêgehiştina kesayetiya Barzanî da kirin û bandoreka mezin li ser têhizirîna wî di paşerojê da kir û bi rêka wana fêrî rêzigirtin li mafên xelkî, yeksanî, hevkarî, aştî, lêborîna ayînî, dadiperwerî, retkirina zordariyê, pabendibûn bi yasayan û hitid bû ku evên henê bûne hokar ta ku dadiperweriya civakî di navbera xelkî da belav bikin.

Dîsa Batêlî gotineka Barzanî jî ron û aşikirakir ku, li destpêka jiyana xwe da Barzanî di got: Bi hîviya hindê bûm li cihê bi yek gehiştina rêkan bim û hemû tişt li def min heban ji bo hindê bişêm her mirovekê çi daxwazî ji min kir bo bi cih bînim. Û Barzanî digot: Çi gava hemû hejarên Kurdistanê bişên cilkên xwe bi cilkên baş biguhurin hîngê ez dê kurdê dumahîkê bim cilkên nû bikime li ber xwe.

Li dûmahiyê Mesûd Batêlî li dor ew encamên di vekulîna xwe da diyarikirin xoyakir ku: Ez geheştme gelek encaman di vê vekulîna xwe da ji wan jî, karikerda yasayî û mirovayetiya Barzanî, dihête selmandin ku ew ne bi tenê milkê partî dîmukiratî Kurdistan û herêma Kurdistana Îraqê û Îraqê û her çiwar parçeyên Kurdistanê bûye, belku milkê hemû gelên azadîxwaz û aştîxwazên cîhanê û komelgeha nêvdewletî bûye, belge û girove bo vê çendê jî li demê sikirtêrê civata aştiya cîhanî (rumîş çandira) dibêje: Hîvîdarim çavê min bi Barzanî bikeve û destên wî bigivêşim, çunke ew piştevanê aştiyê ye di duniyayê da.

Karwan Necîb / Duhok

Ewro

 

Back to top button