Polîtîk

Rojnamevanên Sînornenas navê pêşmergeyî diparêze

Grupa Rojnamevanên Sînornenas di daxuyaniyekê de nerazîbûna xwe li hember wan kesan diyar dikin yên ku navê pêşmergeyê Kurdistanê pîs û sivik dikin.

Grupa Rojnamevanên Sînornenas yên Kurdistanê di daxuaniya xwe de dibêjin ku ew di kampaniayay hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de ku kurd jî tê de beşdarin bêteref in.

Grupa Rojnamevanên Sînornenas di daxuyaniya xwe didbje:

Gelek lîst û berendaman daxaz ji me kiriye ku em piştevanî û alîgirya wan bikin, belê me her tim daye xyakirin ku em bê teref in. Lê piştî kesekî ku, qaşo parlamentere, rê jê xwe re daye ku pêşmergeyê kurdistanê bi hezeke nemeşrui daye niyasîn, ew peyva wî bikar anî am nikarin bikar bînin, ji ber hinê gotinên me ne tenê ji bo yek kese, yê ku rê ji xwe re dayî û hêza pêşmergeyî bi nemeşri bi nav kirî.

Grupa Rojnamevanên Sînornenas dibêje:

Em weke Grupa Rojnamevanên Sînornenas yên Kurdistanê ku piraniya endamên me xwedî qelemên dilsoz in û xwe bi pêşmergeyê Kurdistanê dizanin, û her li ser vî esasî em bi navê Grupa Rojnamevanên Sînornenas bi dijwarî dijî wan kesan, di bin her navûnîşanekê de be bila bibe ku, dijî hêza pêşmergeyê Kurdistanê bin, şermezar dikin. Çunkî ya ku îro li Kurdistanê, heta li Îraqê jî, berhemê xwîna şehîdên pêşmergeyê Kurdistanê ye.

Grupa Rojnamevanên Sînornenas di dawiya daxuyaniya xwe de dibêje ku pêwîste dozgerê giştî rola xwe bilîze rê nedin heqaret bi navê pêşmergeyî bê kirin.

Back to top button