Di 27 ê sibatê de, Înstîtûta kurdî ji bo lêkolîn û zanistiyê li Elmanyayê kongreya xwe ya heştemîn pêkanî. Divê kongrê da hejmarek ji rewşenbîr, kesayetî û niwênerên saziyan amade bûn. Li destpêkê ji bo vekirin û bixêrhatina mêhvanan Serokê înstîtuyê Fehmî Balayî axaftinek kir û li ser giringî û berpirsiyariya înstîtût û ronakbîrên kurda axivî û balkişande ser rewşa Kurdan li her çar parçên Kurdistanê û pêwîstiya têkiliyên rewşenbîrî di navbera hemû kurdan da.
Serokê PENa Kurd Dr. Zerdeşt Haco weke Serokê Dîwanê hate hilbijartin û Cemal Balakaya û Memed jî bûn endamê dîwanê. Li gorî rojeva kongrê rapora karûxebatên Instîtûtê ji aliyê Mîrhem Yigît ve hate xwendin. Paşî rapora darayî ji aliyê Fevzî Özmen ve hate xwandin. Endaman danûstandin liser herdu raporan kirin. Komîta berê hate helweşandin û amadekarî ji bo hilbijartina komîtek nû hatin kirin. Herwesa pêşniyar ji bo pirojên paşerojê hatin pejirandin û xala ji bo pîrozkirin û piştgirtina kongrê gelek mesaj ji aliyê sazî, kesayetî û niwênerên saziyan ve hatin xwendin. Kongre bi hilbijartina komîteya karger bidawî bû.
Komîteya rêvebir ya nû ev in:
Fehmî Balayî, Serokê Instîtûtê
Fewzî Özmen, Cêgir
Ahmed aktaş, Endamê rêvebir
Mîrhem Yigît, Endamê rêvebir
Evîn Aksoy, Endamê rêvebir
Fehmî Güve, Endamê rêvebir
Rokya Ozmen, Endamê rêvebir
Projên pêşerojê yên înstîtûta Kurdî:
– Ji bo xurtkirina têkiliyên dinavbera sazî û înstîtûtên Kurdî da rêze kombûn û konferansên çandî bêne kirin û ji bo xurtkirina ziman û dîroka Kurdistanê bi hemû aliyên xweve.
– Têkelîkirin digel saziyên Elman û nasandina edebiyat û kultura Kurdistanê bi gelên biyanî bi giştî û bi taybetî bi Elmana re.
– Xurtkirina proje û peywendiyan digel Hikumeta Kurdistana Federal û sazî û zanîngehên Kurdistanê û herwesa digel sazî û şarederên Bakurê Kurdistanê û parçên din yên Kurdistanê.
– Amadekariyên konferansên kulturî û rewşenbîrî yên navnetewî.
– Berdewamiya kursên zimanê Kurdî û piştevaniya amadekariya mamostayên Kurdî weke pirojekî zanistî di Elmanya da.
– Çapkirina pirtûkên lêkolîn û zanistî bi Kurdî û wergera bi zimanên biyanî û ji Kurdî bo zimanên din.
– Herwesa berdewamî pêdana kovara Lêkolîn liser mijarên zanistî û lêkolînan
Kongre bi giştî serkeftî derbas bû.
EuroKurd News – Instîtuya Kurdî ji bo lêkolîn û zanistiyê li Elmanya